BI DÎMEN

Sala 8'an a dagirkirina Efrînê: 784 kes hatin qetilkirin, 9 hezar 65 kes hatin revandin

Ji dagirkirina Efrînê û vir ve 784 kes hatin qetilkirin, 9 hezar kes hatin revandin. Rêveberê Rêxistina Mafên Mirovan Îbrahîm Şêxo got, "Gelên ku xaka wan hatiye dagirkirin divê bi rengekî ewle vegerin warê xwe û dagirker bêne derxistin."

DAGIRKIRINA EFRÎNÊ Û SÛCÊN HATIN KIRIN

Dewleta Tirk a dagirker li gel çeteyên xwe di 20'ê Çileya 2018'an de li dijî Efrînê dest bi êrîşeke dagirkeriyê kir. Li hemberî van êrîşan 58 rojan 'Berxwedana Serdemê' hate kirin û Efrîn piştre hate dagirkirin. Li gorî agahiyên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê di nava 7 salên derbasbûyî de bi hezaran caran mafên mirovan hatin binpêkirin. Ji Rêveberiya Rêxistina Mafên Mirovan Îbrahîm Şêxo bûyerên piştî dagirkeriyê nirxand.

'LI EFRÎNÊ SÛCÊ ŞER TÊ KIRIN'

Îbrahîm Şêxo bal kişand ser kiryarên li derveyî mirovahiyê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrînê û got, "Dagirker û çete her roj kiryarên hovane li dijî gelê Efrînê kirin. Mîna ku ev jî têrê nake, Şehba dagir kirin û zêdeyî 100 hezar Efrînî careke din koçber kirin. Li gorî Peymana Cenevreyê ya sala 1948'an û qanûnên navneteweyî, ev kiryarên li dijî gelê Efrînê sûcên şer in."

Îbrahîm Şêxo bal kişand ser metirsiya li ser ewlekariya gel û got, "Gelê me yê li Efrînê tê qetilkirin, revandin û her roj êşkenceyên cuda li wan tê kirin. Ji bo mirovên têne revandin jî fîdye tê xwestin. Efrîn ji aliyê ewlehiya jiyanê ve veguherî bajarekî metirsîdar. Li Efrînê bi taybetî li dijî gelê Kurd polîtîkayek tê meşandin."

'HTŞ EGER SÛRIYEYÎ BE DIVÊ DAGIRKERAN CEZA BIKE'

Şêxo anî ziman ku weke Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê wan ev kiryarên li dijî mirovahiyê yên li Efrînê bi belge kirin, ji saziyên pêwendîdar re ragihandin, xwestin heyeteke çavdêriyê ji herêmên dagirkirî re bê şandin, lê belê ev daxwaza wan bi hincetnîşandana rejîma Sûriyeyê hate redkirin. Şêxo got bi bîr xist ku rejîm niha hilweşiya ye û got, "Hincetên dihatin pêşkêşkirin êdî nînin. Saziyên pêwendîdar bi rêveberiya HTŞ'ê re rûniştin. Êdî astengî nîne ku biçin herêmên ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin.

Ji bo cezakirina sûcdaran û rawestandina sûcên şer divê saziyên mafên mirovan tavilê biçin herêmê. Her wiha divê rêveberiya HTŞ'ê jî bi lez bikeve nava liv û tevgerê; ji ber ku xelkê Efrînê parçeyek ji Sûriyeyê ye, Sûriyeyî ye. Sûcên li dijî Efrîniyan hatin kirin divê li dadgehên Sûriyeyê bi vegotina Efrîniyan bê guhdarîkirin û sûcdar bêne cezakirin. Her wiha ne tenê Efrîn gelek bajarên Sûriyeyê di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ne. Rêveberiya nû eger dibêje 'Em Sûriyeyî ne û em ê gelê xwe biparêzin' divê sûcdaran li dadgehên Sûriyeyê darizîne."

Piştî ku Efrîn hate dagirkirin di nava 7 salên dawî;

1000 jê jin 9 hezar û 65 kes hatin revandin.

95 jê bi êşkenceyê 683 kes hatin qetilkirin.

10 jê bi îdîaya xwekuştinê 101 jin hatin qetilkirin.

74 jin rastî destavêtin, destdirêjî û tundiyê hatin.

Zêdeyî 400 dar hatin birîn, ji 4 parên zeviyan 3 par hatin şewitandin.

Zêdeyî 30 mal û kampên mêtingeriyê hatin avakirin.

Zêdeyî 134 cihên dîrokî, zêdeyî 28 cihên ziyareta olî û tirbe hatin hilweşandin.

Di sala 2024'an de;

69 jê jin, 650 kes hatin revandin an jî girtin.

10 jê jin 64 kes hatin qetilkirin. 10 kes ji ber êrişan birîndar bûn, 3 kesan xwe kuştin.

Yek jê jin, 2 jê zarok, 56 kes li êşkenceyê rast hatin.

Destdirêjî li 2 kesan hate kirin.

20 kesan ji ber bermahiyên şer zerar dîtin.

Zêdeyî 10 hezar û 360 dar hatin birîn; 497 hektar zevî şewitîn û 6 hezar darên fêkî şewitîn.

15 malên mêtingeriyê hatin avakirin. Ji aliyê rêxistina JTS a ser bi Koreya Bakur ve dibistanek hate vekirin.

Zêdeyî 16 xeyrî menkûl hatin firotin.

Koma çete ya Emşat li gundê Kaxrê yê navçeya Mabetayê ji bo karibe pereyan bi zorê ji gel bistîne dest danî ser mal û milkên şêniyên herêmê.

Berhemên zeytûnan ên li gundên Efrînê hatin dizîn. Li gundê Kurzelê zêdeyî 3 hezar û 500, li gundê Qibarê jî zêdeyî 700 berhemên zeytûnan hatin dizîn.

Ji gelê ku ji bo berhevkirina zeytûnan çûn nava zeviyan ji 20 heta 30 dolarî bertîl hate wergirtin. Lİ gundê Meydana yê navçeya Reco 3 hezar û 500 tenekeyên zeytê hatin desteserkirin. Li navçeya Racoyê 900 tenekeyên zeytê hatin desteserkirin. Li gundê Gemrukê yê navçeya Mabetayê 250 dolar bertîl ji gel hate stendin. Li navçeya Şiyê li 6 gundan 60 dolar bertîl hate stendin. Lİ gundê Qertmitliqê yê Şiyê 70 dolar bertîl hate stendin.

KANÛNA 2024:

Li Efrînê 16 jê jin 145 kes hatin revandin.

Piştî ku Şehba ji aliyê dewleta Tirk ve hate dagirkirin 26 kes hatin qetilkirin. Di dema veguhestina li herêmên ewle de kesekî ji ber krîz dil jiyana xwe ji dest da, 2 zarok ji sermayê qefilîn û jiyana xwe ji dest dan.

Ji kesên ku ji ber dagirkeriyê neçar man ji Şehbayê koç bikin 3 jê jin, 1 jê zarok 16 kes rastî tundiyê hatin.

Li gundê Şêxurzê yê navçeya Bilbilê 60 darên zeytûnê hatin birîn.

Piştî dagirkirina Şehbayê ji 2'ê Kanûnê û vir ve aqûbeta 300 kesî nayê zanîn.