Fermandar Nûbar Ozanyan li Darmstadtê hate bibîranîn
Li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê yek ji fermandarên TKP/ML TÎKKO Nûbar Ozanyan (Orhan Bakirciyan) ku li Rojava şehîd bûbû, bi merasîmekê hate bibîranîn.
Li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê yek ji fermandarên TKP/ML TÎKKO Nûbar Ozanyan (Orhan Bakirciyan) ku li Rojava şehîd bûbû, bi merasîmekê hate bibîranîn.
Ji fermandarên TKP/ML TÎKKO Nûbar Ozanyan (Orhan Bakirciyan) 14’ê Tebaxa 2017’an li Rojavê Kurdistanê şehîd bû. Ozanyan li Darmsdatê bi merasîmekê hate bibîranîn.
Merasîm ji aliyê Partîzan Hessen li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) Darmsdatê hate lidarxistin.
Merasîm ji bo bîranîna şehîdên şoreşê û partiyê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir û piştre peyama Fermandariya TÎKKO a Rojava hate xwendin û wiha hate gotin; “ji bo pêkanîna îdaelên şoreşê em xwedî îddîa ne.”
Di merasîmê de ji bo malbatên şehîdan û saziyên şoreşger plaket hate dayîn û merasîma bibîranînê bi stranên Cengîz Saglam bi dawî bû.