FEDA'yê di salvegera yekemîn a 'Erdheja Mereşê' de daxuyanî da

Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) bi wesîleya salvegera yekemîn a erdheja Mereşê de ku bandor li 11 bajaran kir, daxuyaniyek da û qurbaniyên erdhejê bi bîr anî.

Di daxuyaniya FEDA'yê de hate gotin, ji ber erdheja ku beriya salekê rû da bi milyonan mirovan êş kişandin, windahî dan û hate bibîrxistin ku erdhej li herêmeke welê rû da ku şêniyên wê bi giranî Kurd, Ereb û Elewiyên Tirk bûn.

FEDA'yê erdhej weke 'rewşa xwezayî ya sirûştê' pênase kir û destnîşan kir ku mirina mirovan û xerabûna pergala xwezayê ji ber sîstema rantxur e.

FEDA'yê ragihand ku dewleta Tirk sed sal in li hemberî erdhejê tedbîrên têrker wernagire û polîtîkayeke ku dijminê ekolojiyê ye dimeşîne. Federasyonê got, dewlet li hemberî avahiyên riziyayî û ne xurt ên di erdhejê de hilweşiyan, ji nedîtî ve hat.

FEDA'yê xebatên 'alîkarî û rizgarkirinê' yên desthildariya AKP-MHP'ê rexne kir û ragihand ku di saetên destpêkê de qet tiştek nekirin, di ser re alîkariya neteweyî û navneteweyî asteng kirin û medyayê jî hewl da giraniya erdhejê veşêre.

Federasyonê bal kişand ser polîtîkayên rantxur û qirker ên desthilatdariya AKP-MHP'ê û destnîşan kir ku li hemberî gelên Elewî yên li herêmê, erdhej weke qirkirinê hate bikaranîn.

FEDA'yê diyar kir ku dewlet bi zanebûn dixwaze Elewiyan ji cih û warê wan bike û got, dewletê piştî felaketê çareserî peyda nekir û xelkê Elewî bêçare hişt.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bila çeteya AKP-MHP'ê baş zanibe û ji bîr neke, ku weke civaka Elewî em ê serî li ber zilmê netewînin û dest ji daxwaza xwe ya bidestxistina paşeroja azad bernedin."

Di dawiya daxuyaniyê de qurbaniyên erdheja 6'ê Sibatê bi rêzdarî û minetdarî hatin bîranîn û hate gotin, "Me ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin."