FEDA Latîf Qalfirat Yalçin bibîr anî
FEDA ya têkildarî wefata damezrênerê Yekîtiya Elewiyên Kurdistan Latîf Qalfirat Yalçin daxuyaniyek da got: “Rûrê wî tim li pîroziyên Dersim û Duzgun bû.”
FEDA ya têkildarî wefata damezrênerê Yekîtiya Elewiyên Kurdistan Latîf Qalfirat Yalçin daxuyaniyek da got: “Rûrê wî tim li pîroziyên Dersim û Duzgun bû.”
Federesyona Elewiyên Demokratîk (FEDA) a daxuyaniyek nivîskî da ev got: “Elewiyeke serhildê, dil mezin û Dersimekiyek qenc ji nav me koç kir. Serokê Yekîtiya Elewiyên Kurdistan Latîf Qalfirat-Yalçin ê demek dirêj li nexweşxaneyê dihate dermankirin rehmet kir.
Rûyê wî tim li pîroziyên Dersim û Duzgunê bû.
Ew bûye şopdarê têkoşîna bi maf û rûmetê ya gelê xwe, mirovekî bi biryardarî li ser rêya heq meşiya ye. Salên dûr û dirêj bi vê hişmendiyê têkoşîn kir, mixabin li nexweşxaneyeke ku demek dirêj bû lê dihate dermankirin îro rehmet kir.
Sibe saet 11:00’an li Duren Mala Kurda li gel malbat, hevrê û Dersimiyan em ê canekî din ê li ser rêya heqîqeta Dersimê bispêrin axê.
Serê malbat, hevrê û me FEDA’yê saxbe.”