FED-KURD’ê sala nû pîroz kir

FED-KURD’ê sala nû li gel pîroz kir û got: ‘’Heya ku azadiya Rêber Apo ya fîzîkî neyê dabînkirin, krîzên heyî wê kûrtir bibin.’’

Federasyona Kurdistaniyên Azad a Rojhilatê Elmanyayê (FED-KURD) bi boneya sala nû daxuyaniyek da.

FED-KURD’ê di destpêka daxuyaniya xwe de sala nû li gelê Kurd û hemû gelên cîhanê pîroz kir û got: ‘’Rêber Apo ku sembola berxwedanê ye, weke hêviya têkoşîna aşitî û azadiyê ji bo hemû gel û aliyan rênîşander e. Bila were zanîn ku heya ku azadiya Rêber Apo ya fîzîkî neyê pêkanîn, krîzên heyî wê kûrtir bibin. Ji bo ku şerên heyî bi dawî bibin û serdema me veguhere pergaleke demokratîk, wekhev û ya xwe dispêre azadiyê, divê tavilê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo were pêkanîn.

Bi vê boneyê em sala nû li hemû gelê xwe hemû kesên ku ji bo aşitiyê têdikoşin pîroz dikin; hêvî dikin ku sala nû bibe sala hêvî, aşitî û azadiyê.’’