Ermenistan: Em êrîşên derhiqûqî şermezar dikin

Serokwezîrê Ermenistanê Paşîngan li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker bangî civaka navneteweyî kir û xwest divê kesên sivîl werin parastin.

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan di civîna Desteya Wezîran de axivî û bi zimanekî tund êrîşên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir.

Paşînyan diyar kir ku li gorî Komara Ermenistanê ev êrîşên dewleta Tirk, dagirkerî ye û got ku “Em bang li civaka navneteweyî dikin ku bila van operasyonên derhiqûqî bidin sekinandin û divê gelê hemwelatiyên Sûriyeyê were parastin.”

Paşînyan diyar kir ku wê hewldanên Ermenistanê yên derbarê vê meseleyê bidome.