Erdoganê ku penaber şand mirinê, hate protestokirin -NÛ BÛ

Li Elmanyayê dewleta Tirk a ku penaber şandibû mirinê û zilma li ser penaberan hate protestokirin.

ZURÎH

Ji ber ku dewleta Tirk bi hezaran penaber şand ser sînorê Yewnanistanê û Yewnanistanê jî deriyê xwe ji penaberan re girtin, ev rewş li bajarê Zurîhê yê Swîsreyê hate protestokirin.

Bi hezaran kes li îstasyonê trênê kom bûn û pankartên ‘Dema hevgirtina bi penaberan e’, ‘Kuştina penaberan bidin sekinandin, sînoran rakin’ hildan. Sloganên li dijî polîtîkayên Tirkiye û Yewnanistanê yên li ser penaberan hate berzkirin. Li ser navê komîteya amadekar a çalakiyê jî hate gotin ku “Dewleta Tirk bi hincetên cihê Sûriye dagir kiriye, hemû kesên li vê derê ji warên wan rakiriye û penaberî li ser wan ferz kiriye. Îroj berpirsên vê rewşê Erdogan û dewletên Ewropayê ne.”

Piştî axaftinê çalakgeran bi qasî 2 saetan bi sloganan meşiyan.

STÛTTGART

Li bajarê Stûttgartê yê Elmanyayê jî ji bo NCDK, Komeleya Mafên Mirovan, AGÎF, MLKP,Dîe Lînke û Aveg-Konê çalakiyek li dar xist.

Di daxuyaniya çapemeniyê de hate diyarkirin ku Erdogan berê penaberan daye mirinê û hate gotin ku “Bi hezaran kes ji kampên li Tirkiyeyê direvin YE’yê. Lê Elmanya çi dike? Elmanya jî bi salan e piştgiriyê dide polîtîkaya şer a Tirkiyeyê, çekan dide Tirkiyeyê û ji bo ku penaberan xwedî bike bi milyaran pereyan dide.”

Di çalakiyê de peyamên ji bo hevgirtina penaberan hate dayin û nûnerên welatên cihê jî derbarê rewşê daxuyanî dan.

GIESSEN

Li bajarê Giessen ê Elmanyayê jî ji bo penaberên li ser sînorê Yewnanistanê çalakiyek hate lidarxistin. Çalakî ji aliyê saziyên wekî Afrînbûndnîs, Asta, Dîe Lînke, SPD, Omas Gegen Rechts, Seebrucke, Antîfa û NCDK’êli Berlînerplatzê hate lidarxistin.

Di çalakiyê de daxuyanî hate dayîn û hate gotin ku “Dewleta Elmanyayê di dema êrîşên li ser Efrîn û Rojava de ji dêvila ku tankên dewleta Tirk nû bikira, piştgirî bida pergala ku wekî li Kobanê xwe ji xwelîya xwe afirand, wê ev rewş pêk nehata.”

Di çalakiyê de hate xwestin ku bila zilma li ser penaberan were rakirin, derî were vekirin û Tirkiye ji NATO’yê were derxistin.