Erdogan li Budapeşta hate protestokirin

Serokkomarê Tirk Erdogan li Maceristanê hate protestokirin.

Erdogan ê ji bo serdaneke taybet berê xwe dabû Macaristanê ji ber êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate protestokirin.

Xwepêşandan li cihên cuda yên bajar pêk hatin.

Girseya ku li Qada Oktoganê hatin ba hev êrîşa dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin.

Xelkên Macaristanên jî piştevaniyek xurt dan çalakiyê û daxwaz kir ku demildest divê Tirkiye dawî li dagirkeriya li Rojava bîne.