Enternasyonalîstên ji bo Ocalan dimeşin li Nancy semîner dan

Meşa Enternasyonalîstan ku yek ji sê baskên meşa dirêj a ber bi Strasboûrgê ve ye, gihîşt bajarê Nancy ê Fransayê.

Meşa enternasyonalîstan a ji bo azadiya Ocalan di 10'ê Sibatê de li Luksembûrgê dest pê kiribû. Ji Latîn Emerîkayê, Spanya, Îtalya, Fransa, welatên Skandînavyayê, Îran, Efrîkaya Başûr, Kanada, Ekvador, Giravên Kanaryayê û Awûstralyayê 120 enternasyonalîst tevlî meşê bûne. Roja çaremîn a meşê li Nancy dewam kir.

Roja Pêncşemê komîteya amadekar li bajarê Nancy saloneke sporê kirê kir ku meşvan bi şev lê bimînin. Li salona sporê êvarê semînerek hate lidarxistin û siyasetmedarê Kurd Eyup Dorû weke qiseker beşdar bû.

Eyup Dorû qala şerê kolonyalîst ê li Rojhilata Navîn, têkoşîna gelê Kurd, teza "Rêya sêyemîn" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi beşdaran re parve kir.

Dorû her wiha diyar kir ku komploya navneteweyî dewam dike, li dijî gelê Kurd şerekî topyekûn dest pê kiriye û anî ziman, şerê li Rojhilata Navîn pêwendiya xwe bi komployê re heye.

Dorû diyar kir ku aliyên şer; netewe-dewlet û cîhadîst in ku Tirkiye piştgiriya wan dike û got, gelê Kurd xwe nêzî van aliyan nekir, tevî gelên bindest ên li herêmê bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk, wekhevî û azadîparêziyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji xwe re Konfederalîzma Demokratîk kir armanc.

Eyup Dorû ragihand ku netewe-dewlet ji kombûna mirovan a li dora konfederal a demokratîk bi fikar e û destnîşan kir, Tirkiye ji bo nehêle nêrînên Ocalan bigihêje gelan, tecrîdeke giran lê ferz dike.

Siyasetmedar Dorû destnîşan kir, Konfederalîzma Demokratîk ku Ocalan jê re rêya sêyemîn dibêje, li Rojava pêk hatiye û gelên bindest hemû di nava vê şoreşê de xwe îfade dikin û bang li enternasyonalîstan kir ku xwedî li vê şoreşê derkevin.

Piştî axaftina Dorû, enternasyonalîstên ji welatên cuda nêrîna xwe anîn ziman.