BI DÎMEN

Enternasyonalîstan piştgirî dan kampanyaya ‘Na ji darvekirinê re, erê ji jiyana azad re’

Enternasyonalîstên li Yunan, Makedon û Îtalyayê piştgirî dan kampanyaya “Na ji darvekirinê re, erê ji jiyana azad re” û xwestin cezayên darvekirinê yên li aktivîst Şerîfe Muhammedî û Pexşan Ezîzî hatiye birîn bên betalkirin.

Enternasyonalîstên li Yunan, Makedon û Îtalyayê piştgirî dan kampanyaya “Na ji darvekirinê re, erê ji jiyana azad re” ku li dijî cezayên darvekirinê yên li Îranê li Şerîfe Mûhammedî û Pexşan Ezîzî ji aliyê Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) ve hat destpêkirin û banga piştevaniyê kirin.

ATÎNA

Jinên ji kolektîfên cuda yên Yunanîstanê li hev civiyan û daxuyanî dan. Jinan destnîşan kirin ku pergal her tim aliyên herî radîkal ên civakê hedef digirin û wiha gotin: “Em rejîma Îranê ya dijminê jinan ku cezayê darvekirinê li rojnamevan Pexşan Ezîzî û aktivîsta mafên jinan Şerîfe Muhammedî birî, şermezar dikin.”

Jinan anîn ziman ku ew piştgirî didin têkoşîna jinên Rojhilatî û xwestin cezayên darvekirinê bên betalkirin.

Çalakiya jinan bi dirûşmeya, “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.

USKUP

Li Makedonyayê aktivîstên ji beşên cuda ji bo piştevaniya bi Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî li pêşiya Balyozxaneya Îranê ya li Uskupê li hev civiyan û çalakî li dar xistin.

Aktivîstan di çalakiyê de dowîzên bi nivîsa, “Ji Pexşan Ezîzî, Şerîfe Muhammedî û Werîşe Murad re azadî” û “Na ji darvekirinê re, erê ji jiyana azad re” hilgirtin û nameya vekirî xwendin.

Aktivîstan diyar kirin ku ew piştgirî didin têkoşîna li dijî cezaya darvekirinê û dijminatiya jinan a dewleta Îranê û ev peyam dan: “Berxwedana xwe bidomînin. Dengê we heta Makedonyayê tê û em jî bi we re ne.”

Di çalakiyê de gelek caran dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” hat berzkirin.

TORINO

Li bajarê Torino yê Îtalyayê komeke ku diyar kirin pisporên xizmeta civakî ne, destnîşan kirin ku ew piştgirî didin jinên Kurd û Îranê ku li dijî rejîma dijminê jinan têdikoşin û wiha gotin: “Em daxwaz dikin ku Peşxan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî ku niha di bin êşkenceyê de ne û cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn, demildest bên berdan.”