Enternasyonalîst li Nancy bi qîrîna dirûşman dimeşin

Enternasyonalîstên ku ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Ocalan û ji bo azadiya wî dimeşin, gihîştin bajarê Nancy.

Meşa enternasyonalîstan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike.

Di roja çaremîn a meşê de ku bi dirûşma "Azadî ji Ocalan re, statu ji Kurdistanê re, li dijî faşîzmê mil bidin hev" pêk tê, doh meşvan gihîştibûn bajarê Metzê yê Fransayê.

Enternasyonalîst îro jî gihîştin bajarê Nancy. Meşvanan li gar a navendî a vir bêhn vedan û dirûşmên "A-anti-antikapilasta", "Revoluiton", "Libere Ocalan", "Solution politique pour le Kurdistan" qîriyan.

Ji Latîn Emerîka, Spanya, Îtalya, Fransa, welatên Skandînavyayê, Îran, Efrîkaya Başûr, Kanada, Ekvador, Giravên Kanaryayê û Awûstralyayê 120 enternasyonalîst tevlî meşê dibin.