Parlementer Crespo hate serdana çalakgerên Strasboûrgê

Parlementera Podemos a Îspanyayê Urban Crespo ya ku endama Parlementoya Ewropayê ye jî bal kişand ser şikandina tecrîdê û diyar kir ku ew grevên birçîbûnê dixin rojeva Yekîtiya Ewropayê.

Parlementera Podemos a Îspanyayê Urban Crespo ya ku endama Parlementoya Ewropayê hate serdana çalakiya greva birçîbûnê ya ku 88 roj in li Strasboûrgê didome. Crespo bi Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç re civiya.

Mîgûle Urban Crespo diyar kir ku grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê ji bo mafên mirovan gelekî girîng e û Parlementoya Ewropayê di nav de, ew çalakiyê li gelek cihan diparêzin.

Crespo diyar kir ku wan derbarê tecrîd û greva birçîbûnê nameyek nivîsandine ew ê hefteya pêş nameyê bidin Komîserê Berpirsê Karên Derve yê Yekîtiya Ewropayê Federîca Mogherînî.

Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç jî diyar kir ku ji bo ku çalakgerên greva birçîbûnê nemirin divê hemû siyasetmedarên Ewropayê û hikumet zextan li ser Tirkiyeyê bikin.

Koç bal kişand ser vî tiştî ku bi hezaran kes di greva birçîbûnê de ne û ji ber ku li hemberî tecrîdê bêdengî heye, grevên birçîbûnê hatine destpêkirin.