Em şahidiyê ji dîrokekê re dikin
Ji komîteya çalakiya greva birçîbûnê Serhad Agirî têkilî berxwedana Strasboûrgê ya ku ev 116 roj in didome ji rojnamya Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî.
Ji komîteya çalakiya greva birçîbûnê Serhad Agirî têkilî berxwedana Strasboûrgê ya ku ev 116 roj in didome ji rojnamya Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî.
Serhad Agirî ku ji roja pêşî ya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger ya Strasboûrgê li gel çalakgeran e, got, ''Ev çalakî çalakiye domdirêj e. Ez ne şaş bim di dîroka Ewropayê de çalakiyeke wiha tine. Hem ji hêla pêvajoyê ve û hem jî ji hêla rengê çalakiyê ve çalakiyeke dîrokî ye. Rastiya vê çalakiyê, çalakiye xwerexnekirinê ye. Her wiha çalakiyeke fedayî ye. Ev 20 sal in li Imraliyê di wan şertên Imraliyê de Rêbertiya me têkoşîneke mezin dide. Û di vê pêvajoyê de me bersiveke li gor vê têkoşînê neda. ''
'DIVÊ HER KES BI XWEREXNEKIRINÊ NÊZÎKATÎ LI VÊ PÊVAJOYÊ BIKE'
Agirî got bi çalakiya greva birçîbûnê re bi gel re bihistyariyek çêbûye, ji roja pêşî ya çalakiya ve serdana li çalakgeran heye û diyar, ''Divê ev aliyê xwerexnekirinê ya vê çalakiyê ve divê ji aliyê hemû civakê ve were dîtin. Serdan aliyekî vê çalakiyê ye. A rast divê her kes bi nêzîktêdayineke xwerexnekirinê tevlî vê pêvajoyê bibe, li hemû qadên lê rêxistinî bibe û wir bike qada têkoşînê û tiştekî li vê pêvajoyê zêde bike, da ku çalakî bigihije amancê.''
'A GIRÎNG MIROV REFLEKS Û HÊZA GUHERÎNÊ NÎŞAN BIDE'
Agirî diyar kir bi çalakiyê re tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye dîtin û hatiye fêhmkirin ev tecrîda li ser Ocalan tecrîda li ser gel e. Agirî got, ''Civak hay ji tecrîdê heye. Lê ku mirov tenê hay jê hebe ne bes e. Mirov bi vê zanibe ne bes e. A girîng ew e ku mirov tişta ku dibîne û hay jê heye hewl bide biguherîne, wê refleksê û wê hêzê nîşan bide.''
'DEMA KU BAWER KIR MIROV TEVLÎ TÊKOŞÎN DIBE'
Li ser qelsbûna çalakiyên bi greva birçîbûnê re dibin, Agirî got, ''Divê mirov encamên rêxistiniya kêm ji nedîtî ve neyê. Divê em pirtir bixebitin û civakê hînî azadiyê bikin. Civak ku ji tiştekî bawer dike li pey diçe. Tiştekî ku jê bawer nake, hûn nikarin di nav civakê de geş bikin. Dema ku bawer kir mirov tevlî têkoşînê dibe. Ê ku bawer nake jî tênakoşe û nikare têbikoşe jî.''
Agirî li ser rewşa tendiristiya çalakgeran jî got ji hêla fizikî ve pir zor li çalakgerên greva birçîbûnê dibe, pir ji qewet ketine, zû diwestin, her yek ji çalakgeran nêzî 20 kîloyan li xwe kêm kirine, bi zorê xwe li xwe digirin, li xeteke rast nikarin bimeşin lê li gel vê jî moral û motîvasyona wan pir baş e.
'CIWAN DIVÊ MÎNA MILÎTANAN LI TÊKOŞÎNÊ XWEDÎ DERKEVIN'
Agirî bang li ciwanan kir û got, ''Divê hem xwedî li vê çalakiyê were derketin û hem jî bi asta navnetewî were dîtin. Divê ciwan bi giştî zîreketiya xwe nîşan bide û bi giştî tevbigere. Mîsyoneke wiha ya ciwanan heye. Carinan em bi wan re nîqaş dikin, pêvajoyê dinirxînin. Ne tenê bi çalakiyan, divê mîna mîlîtanên aktîf ên têkoşînê xwedî li çalakiyan derkevin.''
Agirî têkilî çalakiyên greva birçîbûnê got, ''Ev her wiha çalakiyeke fedayî ye. Şêwazeke çalakiyê ya fedayîbûnê ye. Li girtîgehan hin çalakiyên takekesî hatin kirin. Tevger Azadiya Kurd diyar kir ew vê şêwaza çalakiyê qebû nakin. Got divê neyê kirin. Divê li dijî faşîzmê ev çalakî were mezinkirin û wiha were domandin.''
'A GIRÎNG EW E KU EM VÊ VÎNÊ FÊHM BIKIN'
Li ser nîqaşên li ser medyaya sosyal a li ser greva birçîbûnê jî Agirî bi bîr xist ku ''Di nîqaşan de tê xwestin ku greva birçîbûnê û mirin werin sekinandin'' û got''Ev kes li şûna ku ji çalakiyê aciz bin, fikra pêvajoyê û rihê wê nas bikin wê çêtir be.''
Agirî bi domdarî got, ''Hin kes li pey şehadetan jî diaxivin. Ev bêexlaqî ye. Vînek li holê hatiye danîn. A ku em bikin divê em hurmetê li bara vê vînê nîşan bidin û vê vînê bigihijîne serfiraziya ku tê armanckirin. Ti kes nikare li bara vê vînê tiştekî bibêje.''
Agiri got, ''Ev hişmendî ti caran tecrîdê şermezar nake. Wekî wiha ye, bila tecrîdê li aliyekî deynin naxwe, mafê mirovê girtî tê desteserkirin. Ji vî alî ve jî li mijarê nanerin. Ev nîşan dide ku krîzke wijdanê dijîn.''
'BI SERFIRAZKIRINA VÊ ÇALAKIYÊ EM DIKARIN BIKIN KU EV ÇALAKÎ BIQEDE''
Agirî herî dawî got dema ku çalakiyê dest pê kiriye, çalakger ji roja pêşî ve dibejin ''em ê tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin'' û got, ''Ên ku armanc û hedefa çalakiyê nabînin dibe ku bibin xwedî fikrên cuda. Lê çalakgeran armanc, hedef û encamên çalakiyê hê destpêkê danînê. Li kesî nakeve ku li ser vê gotinekê bibêje. Ev çalakî mafê xwediyê wan e. Divê em wiha binerin. Ên ku wiha nanerin pêvajo û çalakiyê fêhm nakin. Ên ku naxwazin tevlî pêvajoyê bibin û naxwazin têbikoşin. Heke tê xwestin ku ev çalakî were xilaskirin, divê tevlî berxwedanê bibin, ji bo ku daxwaza çalakgerna bi cih were hewl bidin û bibin hevparê vê. Em naxwazin yek hevalê me şehîd bikeve. Bi serfirazkirina vê çalakiyê em dikarin bikin ku ev çalakî biqede.''