‘Em Newrozê bi mizgîniya gerîlayan pîroz dikin’

KOMAW'ê cejna Newrozê bi van gotinan pîroz kir: "Li gel mizgîniya asta pêşketin û peresîna gerîlayan, ruhê berxwedanê yê Newrozê yê dîrokî hatiye nûkirin û tacdarkirin."

Komeleya Malbatên Şehîd û Windayan a Kurdistanê (KOMAW) bi daxuyaniyeke nivîskî cejna Newrozê pîroz kir.

Di daxuyaniyê de ev yek hatin gotin:

‘’Ev tevgera serhildanê a dîrokî xwedî cewhereke gelekî xurt e ku bi hezaran salan xwe gihandiye roja me ya îroyîn. Lê belê bi qasî dirêjbûna dîroka xwe bi hezaran êrîşên tunekirinê û bi talûkeya windabûnê re rû bi rû maye. Rêber Apo bûye bersiva hawara vê kevneşopiya berxwedanê û ev dîroka serhildanê ji xwe re esas girt û  Tevgera Azadiyê ya Kurd ava kir.’’

BI PÊŞENGTIYA RÊBER APO LI GEL BERXWEDANA ZINDANAN NEWROZ TÊ PÎROZKIRIN

‘’Em bi berxwedana zindanan ya bi pêşengiya Rêber Apo ya li Îmraliyê û li gel mizgîniya asta pêşketin û peresîna gerîlayan, ruhê berxwedanê yê Newrozê yê dîrokî ku hatiye nûkirin û tacdarkirin, dikevin Newroza sala 2024’an.  Her wiha hem Tevgera Azadiyê hem jî gelê me û dostên wan bi moral û coşeke mezin ku gelekî ji salên borî zêdetir e,  pîrozbahiyên Newrozê li dar dixin. Em jî weke Komeleya Malbatên Şehîd û Windayan şehîdên xwe bi minetdarî bi bîr tînin, cejna Newrozê li Rêber Apo, hevalên wî, dayik û malbatên şehîdan û hemû gelê xwe yê welatparêz û dostên wan pîroz dikin. Ji bo ku di zûtirîn demê de azadiya Rêber Apo û hemû berxwedêrên li zindanan ên welatparêz were dabînkirin, em her kesî vedixwînin têkoşînê.’’