Pêngava 'Ji Abdullah Ocalan re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî' di 10'ê Cotmeha 2023'yan de destpê kiribû. Di çarçoveya pêngavê de wê di 17'ê Sibata 2024'an de li bajarê Kolnê ya Elmanya meşeke navendî were lidarxistin.
Endama PYD'ê ya li Ewropayê Dora Ahmet got, "Dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 25 sal in berdewam dike. Ji ber vê yekê banga me ev e; Gelê Kurd, dostên wan û hemû kesên alîgirê demokrasiyê divê di 17'ê Sibatê de li Kolnê kom bibin. Ji bo misogerkirina jiyana azad a li Kurdistan û Rojhilata Navîn, ji bo avakirina jiyaneke demokratîk û azad, pêwîste em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin."
Endamê PYD’ê ya Stuttgartê Abîdîn Reşîd jî wiha axivî, "Divê em ji bo azadiya Rêber Apo mîmarê jiyana demokratîk a li Rojava, di meşa Kolnê de bên ba hev. Divê gelê Rojava û dostên wan ji bo siberoja Rojava di 17'ê Sibatê de li Kolnê kom bibin."
Endamê PYD-Stuttgartê Nevzat Ahmed jî wiha got, "Ji bo siberoja xwe divê em tevlî meşa navendî ya li Kolnê bibin. Divê em ji bo azadiya Rêber Apo ku mîmarê demokrasiyê, azad û jiyana hevpar a li Rojhilata Navîn e, li qadan bin."
Endamê PYD'ê yê Stuttgartê Dilovan Gedo jî got, "Em ji bo gelê me yên li Rojava dijîn, ji bo şikandina tecrîda li ser xwediyê ramanên siberoja me Rêber Apo û misogerkirina azadiya wî ya fîzîkî li qadan in. Heta ku tecrîd bi dawî bibe û azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan pêk were em ê li qadan bin. Em bang li gelê xwe û dostên xwe yên Rojava dikin ku tevlî meşa navendî ya li Kolnê bibin."