Elysee: Ji bo leşkerên Fransî û sivîlan wê tedbîr bên wergirtin

Li Fransayê piştî civîna Konseya Ewlekariyê ya şeva Yekşemê dagirkeriya Tirk 'bi gotina herî tund' hate şermezarkirin û hate gotin, ji bo sivîlan û leşkerên Fransayê yên li qadê wê tedbîrên ewlekariyê bên wergirtin.

Qesra Elysee piştî civînê daxuyaniyek da û diyar kir, ''çend saetên pêş me'' li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo mîsogerkirina ewlehiya personelên leşkerî yên Fransî û sivîlan wê tevdîran bistînin.

Piştî biryara DYE'yê ku diyar kiribûn wê leşkerên xwe ji Bakurê Sûriyê vekişînin ev biryar hate standin.

Li herêmê bi sedan leşkerên hêzên taybet ên Fransiz hene. Li qadê her  wiha xebatên alîkariya mirovî yên Fransiz jî hene.

Elysee diyar kir ku ew êrîşên Tirkan ''bi rengekî tund'' şermeza dikin û ji bo ku ev êrîş rawestin xebatên dîplomatîk didomînin.

Di daxuyaniya nivîskî de hate goitn, ''Divê ya ku herî pir em guh bidinê ew be ku em nehêlin dîsa DAÎŞ derkeve holê. Ji ber operasyona Tirkiyê rîska ku terorîstên DAÎŞ'ê birevin nekirine hesêb. Ji bo ewlehiya xaka netewî were xurtkirin tevdîr hatin standin.''