Elmanya: Divê Tirkiye li Behra Spî provokasyonan kêm bike

Wezîrê Karê Derve yê Elmanyayê Heîko Maas diyar kir ku Tirkiye dîsa keştiya keşfê şandiye rojhilatê Behra Spî û xwest bila van provokasyonan bi dawî bike.

Wezîrê Karê Derve yê Elmanyayê Heîko Maas diyar kir ku Tirkiye dîsa li Behra Spî keşfê dike û ev tişt li dijî kêmkirina aloziyan e.

Maas vê Sêşemê wê biçe Yewnanistan û Kibrisê û krîza ji ber Tirkiyeyê binirxîne. Tê îddîakirin ku wê roja Çarşemê jî biçe Enqereyê.

Maas di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got ku “Divê êdî Enqere dev ji çêkirina aloziyan berde.”

Dewleta Tirk diyar kiribû keştiya lêkolînê ya Orûç Reîs di 12’ê Cotmehê de dîsa keştiyên şer şandibû nêzikî giravên Yewnanistanê.

Wezareta Karê Derve ya Yewnanistanê jî diyar kiribû ku şandina keştiyê li dijî aştiya li herêmê ye.

Wê rojên Pêncşem û Înê jî ev alozî bibe rojeva civîna Ewropayê.