EDGB: Em ê ruhê Kizildere bigihînin qadan

EDGB a şehîdên Kizildere bibîr anî got: “Li dijî faşîzmê têkoşîna yekbûyî erka me ya lezgîn e. Em ê ruhê Kizildere bigihînin hemû qadan.”

Yekîtiya Hêza Demokratîk a Ewropa (EDGB) bi daxuyaniyekê şehîdên Kizildere bibîr anî.

EDGB got: “Divê li dijî faşîzma AKP-MHP’ê em bibin Mahîr. Gav bi gav rêya ku em li ser dimeşin, rêya Mahîran, Denîzan, Kaypakkayayn, Egîdan e, dîsa rêya ku hemû hevrêyên me pêşengtî ji şoreşê re kirin, dimeşin. Li dijî faşîzmê têkoşîna yekbûyî erka me ya lezgîn e. Em ê ruhê Kizildere bigihînin hemû qadan.”