BI DÎMEN

Li Marsîlyayê Festîvala Newrozê dest pê kir

Festîvala Newrozê ya çar rojan li Marsîlyayê bê lidarxistin bi resepsiyonekê dest pê kir.

Pîrozbahiya Newrozê ya ku li avahiya Şaredariya Herêma 2 û 3. a Marsîlyayê dest pê kir. Mazûvanê pîrozbahiyêAnthony Krehmeier, Şaredarê Herêmên Partiya Sosyalîst, endamê Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Coppola, Alîkarê Şaredarê Marsîlyayê Annick Samuelyan û Berdevkê Platforma Piştevaniyê amade bûn.

Şaredarê navçeyên 2 û 3 yên Marsîlyayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav kirin, Midûrê Giştî yê La Marsîlyayê jî diyar kir ku ew ê hevgirtinê mezin bikin û got, "Cîhan deyndarê Kurdan e."

Di çalakiyê de pêşangeha ku hunermenda Fransî Laura Degras ji bo girtiyên siyasî yên Kurd amade kiribû hat vekirin. Di çalakiyê de ji siyasetmedarên Kurd ên girtî re jî name û qert hatin şandin.

Meclisa Jinan a Arîn Mîrkan a Marsîlyayê û Tev-Çand jî tevlî çalakiyê bûn. Çalakî bi muzîk û gerandin govendê berdewam kir.,

Bernameya çalakiyê dê wiha berdewam bike:

“22’ê Adarê  Înê: Pêşandana belgefîlma Reqayê .

Navnîşan: 136 rue loubon 13003 herêma Marseille.

23’ê Adarê Şemiyê: Konferans. 

Navnîşan: 41 rue Jobin 13003 Marseille.

24'ê Adarê Yekşem: Girseya gel a li Marsîlyayê wê saet di 13.00'an de li Meydana Parc du Palaîs Longchamps bicive, meşeke girseyî li dar bixin û li Qada Canebiere pîroz bikin.
Hunermendên Tev-Çand Şerîf Omerî, Hozan Farûk, Dîlber Kobanê, Hezin Maşo, Mahsun Sever wê derkevin ser dikê û pîrozbahî wê bi axaftinên siyasetmedaran berdewam bike."