Doxtorê Fransî: Her kêlî rewşa çalakvanên Strasboûrgê giran dibe

Doxtorê Fransî yê berxwedêrên greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger ên li bajarê Strasboûrg ê Fransayê mûayene kir, hişyariya semptomên di çalakvanan de tê dîtin her diçe xeteriyê li ser jiyana wan dike.

Her diçe rewşa tenduristiyê ya çalakvanên greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 88’an de ye giran dibe.

Yek ji doxtorê SOS Medecîn a ji kabîneya mûayene ya lezgîn a Frnasî ku çalakvan mûayene kir, bal kişand ku hinek semptomên di hemû çalakvanan de tên dîtin, xwedî rîskên mezin in.

Doxtorê Fransî yê yek bi yek çalakvan mûayene kir, rewşa 3 çalakvanên giran hewl da ku ji bo rakirina nexweşxaneyê qane bike. Lê çalakvanan dermankirin red kirine. Doxtor anî ziman ku nikarin bi darê zorê tedawî bikin. Rewşa Yuksel Koç, Kerem Solhan û Kardo Bokanî pir giran in.

Bilindbûna nebzê û kêmbûn û bilind lêdana dil di hemû çalakvanan de rê li ber fikaran vedike.

Piştî serdana doxtorê Fransî û şûnde doxtorê çalakvanan Faherettîn Gulşen ev tişt got: “Semptomên ku hate niha xwe dane der gihişte asta herî bilind, ev yek ji aliyê doxtoran ve jî hate piştrastkirin. Anî ziman ku ev semptom gihane asta herî krîtîk û xeter, dibe he rkêlî bûyerek nelibendê rû bide. Ji ber redkirina tedawiyê ya çalakvanên rewaşa wan xirab, ne mimkûne ku sewqî nexweşxaneyê jî bê kirin.”

Dr. Gulşen destnîşan kir ku rewaşa wan a gihayî vê astê wê ji saziyên tenduristiyê ku girêdayîne re bên ragihandin, saziya SOS Medecîn jî aniye ziman ku wê ji niha û şûnde her kêlî bi wan re di nava têkiliyan de bin.