Dîyar Xerîb li Osloyê hate bibîranîn
Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Dîyar Xerîb (Helmet) ê ku di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bûbû li Osloyê ya ku paytexta Norwecê ye, hate bibîranîn.
Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Dîyar Xerîb (Helmet) ê ku di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bûbû li Osloyê ya ku paytexta Norwecê ye, hate bibîranîn.
Bibîranîn li Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk a Osloyê hate lidarxistin. Di bibîranînê de li ser navê KCDK-E û KNK’ê axaftin hate kirin.
Siyasetmedarê Kurd Celalettîn Demîrbaş jî diyar kir ku êrîşa li dijî Xerîb ‘encama îxaneteke gelekî mezin e’
Li ser navê Tevgera Goranê Aso Kurdistanî jî tevlî bibîranînê bû û ‘îxanet’ şermezar kir.
Di bibîranînê sînevîzyona li ser Dîyar Xerîb hate nîşandan.