Diyar Xerîb li Atîna, Hîldesheîm û Berlînê hate bibîranîn

Endamê Konseya Serokatiya KCK’ê Diyar Xerîb bi nasnav Helmet ê di êrîşa hewayî ya artêşa Tirk de şehdî bûbû, li Atîna bi meşekê û li Heldesheîm û Berlînê hatin bibîranîn.

Li paytexta Yewnanistan Atînayê bi meşekê êrîşên dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê hate protestokirin.

Bi sedan kesên li pêşiya Zanîngeha Polîteknîk a Atîna hatin ba hev, posterên mezin ên endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb hildan. Di meşê de dirûşmê ‘Ji dagirkeriyê re na’, ‘Bimre Xiyanet’ û ‘Bijî Serok Apo’ hate qîrkirin. Li ser navê Meclîsa Gel a Yewnansitanê Sedat Tetvan axivî û nerazîbûn nîşanî êrîşên dagirkeriya Tirk da. Tetvan destnîşan kir ku divê hikûmeta Başûrê Kurdistanê berpirsyariyên xwe yên li hember êrîşên dagirkeriyê bi cih bîne.

HÎLDESHEÎM

Li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê bi merasîmekê Xerîb hate bibîranîn. Bîranîna ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di bîranînê de hevserokên NCKD Hatîce Gonen û Îskender Torba, Hevberdevka Komûna Jinan a Şehîd Meryem Xeco Donma û endama Navenda Civak Kurd a Demokratîk (NCDK) Hîldesheîmê Başîr Gonen axaftin kirin. Di axaftinan de hate gotin ku bi van êrîşan yekîtiya Kurdan têk naçe. Hate gotin ku bi qetilkirina Mam Zekî ya li Şengal û li Qendîlê jî ya Diyar Xerîb tê wateya hedefkirina yekîtiya Kurdan. Her wiha hate destnîşankirin ku wê dewleta Tirk a kujer û hevkarên wê bi hev re winda bikin.

BERLÎN

Li peytexta Elmanya Berlînê jî bi mîtîngekê Diyar Xerîb hate bibîranîn. Ji aliyê Civaka Kurdistaniyên Azad a Berlîn, Meclîsa Jinan a Berlîn DEST-DAN, PYD Berlîn a li Qada Brandenbûrg Tor a yek ji qadên dîrokî ya Berlînê ye mîtîngek hate lidarxistin. Her wiha ATÎK’ê jî destek da mîtîngê.

Mîtîng bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan destpê kir. Di mîtîngê de pankarên ‘Dawî li terora Erdogan a li ser Kurdan bînin’, ‘Bes çekan bidin Erdogan, destekê bidin Efrînê’ û wêneyên Diyar Xerîb hatin hildan.

Di axaftinên mîtîngê de hate kirin, hate gotin ku wê qet nirxên bi xwîna şehîdên azadiyê yên gelê Kurd hatine bidestxistin qet ji bîr nekin.