‘Dîwarê tecrîdê bi serhildana gel dikare hilweşe’

Di daxuyaniya li ser navê berxwedêrên greva birçîbûnê ya di roja 50’î de hate dayîn hate gotin ku tecrîd bi serhildanên gel wê bê şikandin, daxwaz hate kirin ku divê erka demê ya dîrokî bê bicihanîn.

Li ser navê çalakvanên greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger ên li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 50’î de ye Mûstefa Sarikaya daxuyaniyek da, anî ziman ku çalakî di demek ku ji bo Kurdan gelek bûyerên awarte pêk têde hatiye destpêkirin.

Mûstefa Sarikaya diyar kir ku heta niha neşikandina tecrîdê ji bo wan kêmaniyeke û Parlementera HDP’ê Leyla Guven ji bo vê bû dengek û ew jî li Strasboûrgê ev deng bilind kiriye. Sarikaya got: “Ocalan rêbereke ku bi milyonan kes girêdayî wî ye û rêberê gelekî netewî ye.”

Sarikaya bibîr xist ku tecrîda li ser Ocalan ‘gelek dirêj kir’ û got: “Diviya bû heta niha ev bihata derbaskirin; ne tişteke ku neyê derbaskirin.”

 ‘DÎWARÊ TECRÎDÊ BI BERXWEDAN Û SERHILDANÊ WÊ BÊ HILWEŞANDIN’

Sarikaya destnîşan kir ku greva birçîbûnê ji bo şikandina tecrîdê xwedî girîngî ye û got: “Em dibêjin bi pêngava grevên birçîbûnê tam demê şikandina tecrîdê, parçekirina faşîzmê, dîsa azadkirina gelê xwe û welatê xwe, gihandina mercên azad ên bi Rêber Ocalan re û himêzkirina wî ye. Ev fersendeke, ji ber ku demê wê hatiye.”

Sarikaya grevên birçîbûnê yên li zindanan bi Leyla Guven destpêkir piştre bi Nasir Yagiz, dîsa li Strasboûrgê, Zindanan, Galler, Toronto û gelek bajarên Ewropayê destpê kir têrê nake û got: “ Çawan gelek caran hatiye isbatkirin, lê bi berxwedana gelê me û serhildanê dikare dîwarê tecrîdê bê hilweşandin.”

 ‘FAŞÎZIM Û MÊTÎNGERÎ HER TIM HÊZA XWE JI BÊDENGIYÊ GIRTIYE’

Sarikaya bidomdarî got: “Welatek azad û rastiya gelê azad girêdayî Îmarliyê ye; bi azadiya Rêber Ocalan ve girêdayî ye.” Sarikaya bibîr xist ku îdîaya wan a serketinê mezin e û got: “Divê em bêdengiyê bişkînin. Dijminên me herî zêde ji bêdengiya me hêzê digire. Faşîzim bi vê pêk hatiye; dagirkerî û mêtîngerî wiha pêk hatiye. Êdî Kurd bêdeng namînin. Em gelek in dizanin bêdengî çi bi xwe re tîne. Di vê pêvajoyê de ya faşîzîzmê ditirsîne û diciniqîne, dîsa ya dîwarê êşkenceyê ya Îmralî hilweşîne jî ji derketina vê bêdengiyê ye.”

 ‘BERDÊL ÇI DIBE BILA BIBE, DIVÊ DÎWARÊ TECRÎDÊ BÊ HILWEŞÎN’

Mûstefa Sarikaya bal kişand ser astengiyên tenduristiyê yên di rojên 50’î de dikişînin û diyar kir ku di serî de rewşa Leyla Guven û Nasir Yagiz û hemû çalakvan gihiştiye astekî krîtîk û wiha pêde çû: “Em dizanin en çi dikin û çi dixwazin. Heta daxwazên me pêk bên em ê di çalakiyên xwe di bibiryar bin. Em êdî naxwazin bi êşkenceya tecrîda Îmraliyê re bijîn. Ev biryarekî cidî ye. Berdêla vê çi dibe bila bibe, divê ev dîwarê tecrîdê hilweşe. Em bi biryar in em ê v tecrîdê hilweşînin.”

Sarıkaya anî ziman ku wê berdêlan bidin û gelê Kurd gelek berdêl dane û wiha got: “Gelê Kurd ji bo gihiştina destkeftiyan gelek berdêl dane. Ked, xwîn û canê hevrêyên me yên gelek bi qedir û qîmet hene. Em di ferqa zabûna vê dene. Em dizanin berdêla vê jî çiye.”

‘LI PÊŞIYA SERKETINÊN ME TI ASTENGÎ NÎNE’

Sarikaya daxwaz ji her kesê kir ku têkoşînê bike û xwedî li pêvajoyê derbikeve. Sarikaya da xuyakirin ku dewleta Tirk di demê xwe yê herî qels û lewaz de ye û ji bo vê evqasî har û dîn bûye, êrîşî dike û got: “Eger em bi cidî bi ser de biçin, em ê dîwarên tecrîdê yên Îmarliyê di serê Erdogan û reîma mêtînger-qirker de hilweşînin. Em di demê herî nêz ê serketinê de ne. Eger em vê rast bibînin, têkoşînê pêş bixin ji derveyî me ti astengî li pêşiya serketina me nîne.”

Herî dawî Mûstefa Sarikaya bang li gel kir ku xwedî li erkên xwe yên dîrokî û demî derbikevin.