'Divê rojnamevan Serdar Karakoç bê berdan'

Gelek kesên cuda yên weke rojnamevan, siyasetmedar û akademîsyen, xwestin rojnamevan Serdar Karakoç ê kedkarê 35 salan ê çapemeniya azad serbest were berdan ku Karakoç bi daxwaza Elmanyayê li Hollandayê hate girtin.

Rojnamevan Serdar Karakoç di 23’yê Gulanê de bi daxwaza Elmanyayê li mala xwe ya li bajarê Kerkrade yê Hollandayê bi egera xala 129b’ê ya Qanûna Cezayî ya Elmanyayê hate binçavkirin. Karakoç piştî 48 saetên ewil ên binçavkirinê hate girtin û ew şandin Girtîgeha Sîttard a Lîmbûrga Hollandayê. Teslîmkirina wî ya ji bo Elmanyayê wê piştî biryara rûniştina  di 24'ê Tîrmehê de ya ku wê li Hollandayê were kirin, diyar bibe.

Gelek kesên cuda nerazîbûnên xwe li hemberî girtina Karakoç nîşan dan û  bal kişandin ku ev biryar encama bêhiqûqiya navneteweyî ya berdewam e û banga serbestberdana Karakoç kirin.

MAFÊN ME YÊN PENABERIYÊ TÊN BINPÊKIRIN

Hevserokê Partiya Jinûve Avakirinê ya Sosyalîst (SYKP) Tûncay Yilmaz girtina Karakoç weke berdewamiya êrîşên li ser penaberên li Elmanyayê nirxand. Tûncay Yilmaz  greva Ecevît Pîroglû ya birçîbûnê ya li Sirbîstanê, teslîmkirina  penaberên siyasî yên li Fransayê yên ji bo Tirkiyeyê û girtina Karakoç weke binpêkirina mafên penaberan yên bi salan hatine bidestxistin,  pênase kir. Yilmaz di berdewamiya axaftina xwe de ev yek anîn ziman:  ‘’Em rê nadin vê yekê. Em ê rê nedin ku mafên me werin binpêkirin. Em bang dikin ku Serdar Karakoç di zûtirîn demê de serbest were berdan û biryara girtinê ya derheqê wî de were betalkirin.’’

EZ ŞAHIDÊ ROJNAMEGERIYA WÎ ME

Hempîşeyê Karakoç Hayko Bagdat jî got: ‘’Ez şahidê rojnamevaniya hempîşeyê xwe me.’’ Her wiha Bagdat nerazîbûnên xwe nîşanî girtina Karakoç da û ev yek anîn ziman: ‘’Ez bi tundî şermezar dikim ku pênûs, fikr û rojnamevanî li navenda Ewropayê hê jî li rastî zexta polîsan tên.’’

HEWCE YE ÊRÎŞ BI DAWÎ BIBIN

Akademîsyen Neşe Ozgenê jî daxwaza serbestberdana Karakoç anî ziman û got ku hewce ye demildest êrîşên giran ên li dijî siyasetmedar û rojnamevanên kurd ên li welatên Yekîtiya Ewropayê û bi taybetî jî yên li Elmanyayê, bi dawî bibin.

HEWCE YE HER KES BERTEKÊN XWE NÎŞAN BIDIN

Huseyîn Yilmaz ê Hevşaredarê berê yê Agiriyê jî got ku Karakoç ew kes e ku kedkarê çapemeniya azad, yekî demokrasîxwaz û aştîxwazekî ku di nava têkoşîna de erk û berpirsiyariyên xwe bi cih tîne û got: ‘’Bi taybet kedkarên çapemeniyê û her kesên aligirên demokrasî û aştiyê hewce ye li hemberî girtina Karakoç ya derqanûnî bertekên xwe yên hewce nîşan bidin.’’

DIVÊ YA HEWCE WERE KIRIN

Civaknas Selîm Ferat anî ziman ku girtina Karakoç berdewamiya bêhiqûqiya navneteweyî ye û got ku hewce ye teslîmkirina Karakoç were astengkirin û ev yek anîn ziman: ‘’ Hewce ye ev bêhiqûqî were bidawîkirin.  Divê her  kesên têkildarî vê mijarê ya hewce bikin û em bi hev re rê li ber vê yekê bigirin.’’  

A NIHA!

Siyasetmedar Sîbel Yîgîtalpê  anî ziman ku Karakoç bi salan  tevî şert û mercên zehmet û bedêlan weke kedkarekî çapemeniyê xebitiye û got: ‘’Biryara girtina derqanûnî ye û nayê qebûlkirin. Hewce ye a niha demildest Serdar Karakoç were berdan.’’

HEWCE YE ELMANYA DEV JI BIRYARA XWE BERDE

Rojnamevan Fîraz Baran jî got ku rojnamevan li welatên weke Tirkiyeyê yên ji aliyê dîktoran ve tên birêvebirin, tên girtin û bal kişan ser durûtiya dewleta Elmanyayê û ev yek anîn ziman: ‘’Elmanya xwe weke dewleteke demokratîk pênase dike lê belê daxwaza girtina rojnamevanekî jî dike. Hewce ye Elmanya di zûtirîn demê de dev ji vê biryara xwe berde û rojnamevan Serdar Karakoç serbest were berdan.’’

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka