‘Divê Erdogan ji ber sûcê mirovatî bê darizandin’

Kurdistaniyên ku komkujiyên dewleta Tirk ya li Rojava kirî protesto dikin diyar kirin ku divê Erdoganê ku destûra komkujiyê daye, ji ber sûcê mirovatiyê were darizandin.

Li bajarê Leipzig ya girêdayî Eyaleta Sachsena Elmanyayê bi pêşengtiya rêxistinên ciwanên Kurd YXK-JXK, Ciwanên Şoreşger û Ciwanên Rojava çalakî hatin kirin. Di çalakiyan de bi zimanê Kurdî û Elmanî axaftin hate kirin û di serî de komkujiya sivîlan a li Serêkaniyê hemû komkujiyên ku dewleta Tirk û artêşa wê ya hov li ser Bakurê Sûriyeyê pêkanîne protesto kirin. Di mîtîng û meşê de wêneyên sivîlên ku li cihên cuda yê Rojava ji ber êrîşên artêşa Tirk a faşîst jiyana xwe ji dest dane hatin hilgirtin. Her wiha di meşê de ku heta balyozxaneya DYE û Tirkiyê dom kir hat xwestin ku Erdogan û hikûmeta wê ji ber sûcê mirovatiyê were darizandin.

MÎLANO

Li bajarê Mîlano ya Îtalyayê dagirkeriya ser Rojava li pêşiya konsolxaneya Tirkiyê bi mîtîngekê hate protestokirin. Mîtînga ku bi pêşengtiya komîteya Kurd bi tevlîbûn û hevpariya dehan sazî pêkhatibû, ji aliyê çapemeniyên herêmî û navnetewî ve rastî eleqeyekî mezin hat. Di mîtînga ku bi hezaran kes tevlî bibûn de Erdogan hat protestokirin û di axavtinan de jî hate gotin ku divê welatên YE li hemberî komkujiyan gavên şênber biavêjin.

BERGAMO

Li bajarê Bergamo ya Îtalyayê jî li pêşiya şaresariyê mîtîngek çêbû. Di mîtînga ku Kurdistanî û dostên wê yên Îtalî tevlêbibûn de hewildanên dagirkeriya dewletê Tirk hate protestokirin.

PARMA

Li Parmayê jî Kurdistanî û Îtalî bi çakakiya ku li pêşiya şaredariyê pêkanîn de bertek nîşanî komkujiyên dewleta Tirk dan. Serokê Şaredarariya Berceto Luichi Luci ku di hefteyên bihorî de hemwelatiya rûmetê dabû Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, tevlî çalakiyê bû û peyamên piştgirîkirina Rojava dan.

AMSTERDAM

Li bajarê Amsterdama Holandayê li pêşiya konsolxaneya DYE û Tirkiyê ku kêleka hevdu ne Kurdistanî hatin gel hev û dagirkeriya Tirk protstokirin. Di daxuyaniya hate xwendin de bal kişandin ser komkujiyên sivîlan ên di êrîşên esmanî yên dewleta Tirk de pêk anîbû û sûcê şer.

Plansaziya çalakiyan a 2 rojan wiha ye:

15 Cotmehê roja sêşemiyê saet 15:00’an li pêşiya parlementoyê ya li Den Haag.

16 Cotmehê roja çarşemiyê saet 19:00’an li pêşiya istasyona central a Rotterdam.