Divê em çalakiyên wan derxînin pêş

Heyeta Komîteya Jineolojiyê: Grevên birçîbûnê yên ku bi pêşengiya Leyla Guven hatiye destpêkirin, dengê me yê hevpar ên li dijî faşîzmê ye. Berpirsyariya me ev e ku em vê têkoşînê derxînin pêş.

Heyeteke Komîteya Jineolojiyê çû serdana çalakgerên greva birçîbûnê ya ku mehek berê li Strasboûrgê hatibû destpêkirin.

Endamên Komîteya Jineolojiyê yên ku ji Îtalya, Elmanya û Portekîzê diyar kirin ku tezên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Têkoşîna Azadiyê ya Kurdan ji bo hemû bindestan hêviyeke mezin e. Heyetê bal kişand ser vî tiştî ku şikandina tecrîda li ser Ocalan ew ê pêşiya hemû kesan veke yên ku têkoşîna demokrasiyê dikin. Heyetê hemû çalakgerên greva birçîbûnê jî silav kir.

Piştî serdanê endamên Komîteya Jineolojiyê Gea Pîccardî, Fînn Stahle û Sîlvîa Todeschînî derbarê xebat û serdana xwe ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka’yê re axivîn.

Gea Pîccardî xwendekara doktorayê ye û teza xwe li ser bingeha Têkoşîna Jinên Kurd û Konfederalîzma Demokratîk amade dike.

Pîccardî diyar dike ku wê bi Berxwedana Kobanê re Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê nas kiriye û got ku, “Jinên Kurd di navenda berxwedanê ne û dînamîka sereke ne. Min bi pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi biyografiya Sakîne Cansiz jineolojî nas kir.”

Pîccardî diyar dike ku çalakiya greva birçîbûnê bandoreke mezin li wê kiriye û balê dikşîne ser vî tiştî ku ev îradeyeke gelekî mezin e.

Pîccardî diyar dike ku tecrîda li ser Ocalan parçeyekî konsepta şer a li dijî gelê Kurd e û dibêje “Têkoşîna Leyla Guven ne bi tenê ya Kurdan, di heman demê de têkoşîna hemû jinan e yên ku li dijî faşîzmê têdikoşin. Divê rêhevalên enternasyonal vê têkoşînê geştir bikin û çalakiyê derxînin pêş.”

‘DIVÊ EM ZEXTÊN MEZIN AVA BIKIN’

Fînn Stahle jî diyar dike wê du sal berê Têkoşîna Azadiyê ya Kurdan nas kiriyeû dibêje ku, “Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd mirov ketine greva birçîbûnê. Li Tirkiyeyê faşîzm roj bi roj zêde dibe. Ji ber vê jî divê berxwedana li hemberî faşîzmê jî mezin bibe. Li Elmanyayê çapemeniyê çavê xwe ji vî tiştî re girtiye. Divê em zextên mezin bikin. Divê em dakevin qadan û dengê xwe bidin bihîstin.”

Sîlvîa Todeschînî jî diyar dike ku ji bo çavdêriyê ew çûye Rojava. Todeschînî balê dikşîne ser vî tiştî ku plana wê ev bû ku 2 mehan ew li Rojava bimîne lê ew 2 salan li wir maye. Todeschînî dibêje ku, “Berpirsyariyeke min heye ku ez pratîka şoreşa Rojava li vê derê qala wê bikin û têkoşînê geştir bikin. Ji bo balkişandina ser çalakiya Leyla Guven li Îtalyayê bi tevlêbûna 30 organîzasyonê jinan me bangek kir û ji bo ku em civakê têxin nav tevgerê li ser medyaya civakî jî bi vîdeoyan hin xebat kir. Bang û çalakiyên me ne bi tenê li hemberî dewletan e, divê civak jî têkeve nav tevgerê.”