Dîmenên êşkenceyê li dadgehê hatin nîşandan
Li bajarê Stûtgart a Elmanya doza 3 jê girtî 2 ne girtî ya 5 Kurdên li Girtîgeha Stammheîm dihate darezandin didome.
Li bajarê Stûtgart a Elmanya doza 3 jê girtî 2 ne girtî ya 5 Kurdên li Girtîgeha Stammheîm dihate darezandin didome.
Rûniştina 68 û 69’an a doza Veysel S., Agît K., Ozkan T. girtî û Cîhan A., Evrîm A. tên darezandin li Girtîgeha Stammheîm pêk hat. Di rûniştina roja Pêncşemê û Înê pêk tê de bersiva daxwaznameya 20 rûpel a Veysel S. a qala zext û qetlîamên li Kurdan ên li Tirkiyeyê tê kirin ku hefteya borî pêşkêş dadgehê hatibû kirin hate dayîn.
Di daxwaznameyê de beşa ku sûcên dewleta Tirk a di navbera salên 2015-2016’an pêvajoya xwerêveberiyê ya Kurdistanê ya li Sûr, Cizîr, Botan, Nisêbînê kirine, erê kir. Parêzerê Veysel S. Martîn Heîmîng di rûniştina roja Pêncşemê de bi gotina ‘Hûn di dadgehê de tenê nûçe û dîmenên bûyerên leşker û ji aliyê dewleta Tirk ve hatine jiyîn pêşkêş dikin. Eger ku hûn dixwazin darezîneke bê alî bikin, divê hûn cih bidin bûyerên bi serê Kurdan jî hatine’ îtiraz kiribû hate qebûlkirin.
Li ser îtirazê nêzî 10 dîmenên Ajansa Nûçeyan a Dîcle, Ajansa Nûçeyan a Dogan, dîsa dîmenên leşkerên Tirk li ser tevnên dijîtal parvekirin hatin temaşkekirin. Gotinên Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç a di jêrzemînên Cizîrê de hate şewitandin û qetil kirin ên ji bo bernameyek radyok kiribû ya ‘Tiştekî ku em bikin tine. Li gel me birîndar hene, du cenaze hene. Em nikarin derkevin. Dema em serê xwe derdixin gule li me direşînin.’ hatin guhdarkirin. Dîsa dîmenên ku di serdegirtina polîsan a li ser avahiyên HDP’ê û li Nisêbînê jî karkerên li erdê re dirêj kirin û êşkence lê kirin jî hatin hebûn.
Parêzera Agît K. Fatma Sayin a piştî dîman hatin nîşandan mafê axaftinê girt got: “We li vir li dîmenan nêrî; Kurdên li Ewropayê dijîn, ji bo zilmê protesto bikin, çalakiyan organîze dikin. Hûn van çalakiyên rewa weke sûc dibînin û krîmînalîze dikin û ji 29b didarezînin.”
Rûniştin taloqî 12-13’ê Mijdarê hate kirin.