Di Roja Zimanê Dayikê de daxwaza Kurdî
Di çarçoveya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê çalakî hatin lidarxistin.
Di çarçoveya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê çalakî hatin lidarxistin.
Di çalakiyan de hate destnîşankirin ku di serî de Kurdî divê hemû ziman weke zimanê perwerdeyê bêne naskirin û bi rengekî qanûnî bêne ewlekirin.
AMED: Kedkarên tenduristiyê bi pankarta bi nivîsa "Bêyî zimanê dayikê tenduristiyê nabe' daxuyaniyek dan çapemeniyê. Rêvebera Odeya Tabîban a Amedê Sabîre Aygun bal kişand ser girîngiya zimanê dayikê di xizmeta tenduristiyê de û diayr kir ku divê xebatkarên tenduristiyê yên bi Kurdî zanin li herêmên Kurdan bêne wezîfedarkirin. Sabîre Aydin got, "Em dixwazin ku her kes bi zimanê xwe yê dayikê karibin xizmeta tenduristiyê werbigirin."
DERSIM: Egîtîm Senê destnîşan kir ku perwedeya bi zimanê dayikê mafekî bingehîn e û divê ji nifşan re bê ragihandin. Di daxuyaniyê de ku bi zaravayê Kirmanckî yê Kurdî hate xwendin, hate gotin, "Pêwîstî ye ku perwerde û çanda zimanê dayikê bigihêje nifşan."
RIHA: Li Rihayê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û DEM Partiyê daxuyaniyeke hevpar dan. Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan nerazîbûn nîşanî polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser Kurdî da û diyar kir ku divê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê yê fermî.
ENQERE: Li Navenda Giştî ya Egîdîm Senê daxuyaniyek hate dayin û hate ragihandin ku perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî mirovan e û berpirsyariya dewletan e ku perwerdeya demokratîk bidin.
EDENE: Nûnerên Egîtîm Sen û ÎHD'ê ragihandin ku bi milyonan xwendekar ji mafê xwe yê perwerdeya bi zimanê dayikê bêpar têne hiştin û destnîşan kirin ku polîtîkayên perwerdeyê yên bi yek zimanî dibin sedema pirsgirêkên pedagojîk û psîkolojîk.
HATAY: Hevserokê Şaxê Skenderûnê yê ÎHD'ê Coşkûn Selçûk li ber Şaxê Skenderûnê daxuyaniyek da û got, "Mafê her kesî ye ku bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê werbigire. Em dixwazin ev maf bi cih bê anîn."
MERSÎN: Atolyeyên Kolektîf ên Anatoliyê, ÎHD, Egîtîm Sen, Sendîkaya Mamosteyan a Taybet li Parka Ozgur Çocûk daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Feraseta netewe dewletê ferz dike ku li vê xakê her kes bi yek zimanî biaxive, perwerdeyê bibîne û karê xwe bike."