Di navbera du malbatan de şer qewimî: 3 kes mirin û 4 kes jî birîndar bûn

Li navçeya Curnê Reş di navbera du malbatan de şerê çekdarî qewimî. Di şer de 3 kes jiyana xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn.

DI NAVBERA MALBATAN DE ŞER

Li gundê Xirabsorka Zîna ya bi ser navçeya Curnê Reş ya Rihayê ve di navbera du malbatên ku tê gotin neyarên hev in, şerê çekdarî qewimî û di şer de 3 kes hatin kuştin û 4 kes jî birîndar bûn.

Bûyer di saetên şevê de qewimî û 7 kesên birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hîlwanê û Nexweşxaneya Mehmet Akîfê ya Rihayê. Ji birîndaran 3 kes tevî hemû mudaxileyên tibê jî nehat xelaskirin û jiyana xwe ji dest dan. 

Tedawiya 4 kesên birîndar jî berdewam dike. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.