Di konferansa li PE’yê de qala berxwedana Ocalan hate kirin

Li Parlementoya Ewropayê Konferansa Kurdan hate lidarxistin. Di konferansê de hate diyarkirin ku divê YE dev ji piştgiriya Tirkiyeyê berde û hate diyarkirin ku berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelekî awarte ye.

Li Parlementoya Ewropayê Konferansa Kurdan a 16’emîn tê lidarxistin. Konferans di roja duyemîn de didome. Di konferansê de qala têkiliyên Yekîtiya Ewropayê ya bi Tirkiyeyê re û tecrîda li ser Ocalan hate kirin.

SCHMINDINGER: POLÎTÎKAYA HEVPAR A YE TUNE

Zanyarê siyasetê yê Zanîngeha Viyanayê ya Evûstûryayê Thomas Schmîndinger got ku “Pirsa min a sereke ev e. Gelo derbarê doza Kurdan, helwesteke hevpar a Ewropayê heye? Li gorî min, na. Ji ber ku polîtîkaya hevpar tune.”

Schmîdînger diyar kir ku Elmanya li ser aboriya Tirkiyeyê xwe bi rê ve dibe û got ku “Di nav vê bazirganiyê de, bazirganiya çekan jî heye. A niha rêjeya firotina çekan, di 14 salên dawîn de di asta herî bilind de ye. Elmanya di warê sûcên li Sûriyeyê ew jî aliyek e û divê YE êdî têkeve dewrê.”

DAGDEVÎREN: KURD AKTORÊN SEREKE NE

Endama Konseya Rêveber a EÛTCC û KURD-AKAD’ê Dêrsim Dagdevîrên jî diyar kir ku Kurd li Rojhilata Navîn aktorên sereke ne. Dagdevîren diyar kir ku ji ber gavên dewleta Tirk DAÎŞ zindî bûye û got, “Heke em Rojhilata Navîn a demokratîk dixwazin, divê em çareseriyeke siyasî ji doza Kurdan re bibînin. PKK ne rêxistineke terorê ye. Heke YE dixwaze di warê aştiyê de tiştekî bike, divê di vî warî de gavan biavêje.”

DÛBBINS: BERXWEDANA OCALAN AWARTE YE

Sîmon Dûbbîns ê ku li Kraliyeta Yekgirtî kampanyaya azadî ji bo Ocalan re didomîne û dîrektorê navneteweyî yê sendîkaya Unîte The Union e ya ku 1,5 milyon endamên wan hene, bal kişand ser berxwedana Ocalan. Dûbbîns diyar kir ku Ocalan 21 sal in di tecrîdê de ye û got ku “Berxwedana wî ya li hemberî vê rewşê gelekî awarte ye. Ev jî diyar dike ku ew çiqasî bi biryara xwe re ye. Wî ji bo aştiyê nexşerê amade kiribû.”

Dûbbîns qala kampanyaya ji bo Ocalan kir û got ku “Em çûn serdana gelek sendîkayan û me qala kampanyayê kir. A niha 14 sendîka piştgiriyê didin vê kampanyayê. Konfederasyona me 6,5 milyon endamên wê hene û ji bo azadiya Ocalan peyamên zelal dabûn. Li pêş me gelek astengî hene lê gelek platform hene em vê tevgerê xurttir bikin.”