Di doza komeleya Azadî de dadgehê pişta îstîxbaratê girt

Di doza Komeleya Azadî de dadgeha îdarî ya Berlînê pişta îstîxbaratê girt. Dadgehê çavê xwe ji krîmînalîzasyona li ser komeleyê girt.

Komeleya Azadî ya ku şêwirmendiya hiqûqî dida Kurdan û pêdiviyên girtiyên siyasî pêk dianî ji sala 2015’an û vir ve ji aliyê saziya îstîxbaratê ya fermî Teşkîlata Parastina Destûra Bingehîn dihat krîmînalîzekirin.

Vê komeleya legal a ku li gorî qanûnên Elmanyayê hatiye avakirin, di raporên îstîxbaratê de de dibû hedef.

Ji bo ku ev gotinên li ser komeleya Azadî were rakirin doz hatibû vekirin. Rûniştina dozê li Dadgeha Îdarî ya Berlînê hate kirin.

Li ser navê komeleyê Dr. Elmar Mîllîch û parêzer Dr. Peer Stoll axivîn. Parêzer Dr. Peer Stoll qala têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê kir a ku PKK’ê pêşengiya wê dikir û xwest ku dewleta Elman dev ji gotinên xwe yên kevn berde. Parêzer Stolle jî diyar kir ku ne bi tenê siyasetmedarên Kurd ên ji doza PKK’ê tên darizandin, ew piştgiriyê didin Kurdên ku derbarê wan doz jî hatine vekirin.

Dadgehê biryara xwe da û diyar kir ku gotinên îstîxbaratê yên li ser komeleyê rast in û xwest tenê hevoka “Komeleya Azadî rojnameyên nêzî PKK’ê dişîne girtiyên siyasî” ji raporê were derxistin.