Di çalakiya rûniştinê de bêdengiya KE’yê hate şermezarkirin

Çalakiya rûniştinê ya girseyî ya Kurdên li Ewropayê ya li dijî bêdengiya Konseya Ewropa (KE) a li beramberî tecrîdê di hetfeya 3’emîn de bi biryardarî didome.

Çalakiya rûniştiyê ya girseyî ya li pêşiya Konseya Ewropayê ya ji bo bal kişandina li ser grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên bi pêşengiya Leyla Guven tê kirin, didome. Çalakiya bi pêşengtiya Konseya Civaka Kurd a Demokratîk a Ewropa (KCDK-E) û Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa (TJK-E) ve tê lidarxistin û bi dehan sazî û pêkhateyên igrêdayî herdu saziyan piştgiriya çalakiyê dike.

BÊDENGIYA LI DIJÎ TECRÎD Û MIRINAN HATE ŞERMEZAR KIRIN

Çalakiya girseyî roja 25’ê Adarê li pêşiya Parlamentoya Ewropayê (PE) bi greva birçîbûnê ya 5 rojan re destpê kir û ji hefteya derbasbûyî ve li pêşiya Konseya Ewropayê (KE) didome. Li tevayî Ewropay gelek nûnerên saziyan, malbatên çalakgerên greva birçîbûnê û welatparêzên Kurd beşdarî çalakiyê bûne û îro jî helwesta Komîteya Pêşîlêgirtinê ya Êşkenceyan (CPT) û Konseya Ewropayê (KE) hate şermezar kirin.

Girseya gel seat 10:00’an li herêma ku çalakiya Nobeda ji Ocalan re Azadî ku ev 7 sal in didome, kom bûn û saetên nîvro de li herêma ketina avahiya Konseya Ewropayê xeleka ji mirovan ava kir. Girseya gel dirûşmeyên li dijî tecrîdê berz kirin û bang kirin ku li dijî mirinan bêdeng nemînin.

Piştre hunermendên endamên TEV-ÇAND’ê stranên şoreşê strîn û kesên li derdor têkildarî tecrîd û grevên birçîbûnê hatin agahdar kirin.

HETA NAVENDA BAJÊR MEŞEK HATE LIDARXISTIN

Di çarçoveya çalakiyê de seat 14:00’an ji pêşiya KE heta rawestgeha Brand a ku avahiyên Zanîngeha Strasboûrgê jî lê ye meşek hate lidarxistin. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Leyla Guven û çalakerên greva birçîbûnê hatin hildan.

WÊNEYÊN ÇALAKGERÊN FEDAYÎ HATIN HILDAN

Li aliyê din di çalakiyê de wêneyê Ûgûr Şakar ê li Elmanyayê li dijî tecrîdê agir berdabû bedena xwe û girtiyên siyasî yên li girtîgehê li dijî tecrîdê çalakiyên fedayî kirin hatin hildan û pankarta nivîsa “Tecrîdê bişkînin, Faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin-Bijî Berxwedana Zindanan” a bi zimanê Kurdî û Fransî hate vekirin.

Piştî meşa 2 kîlometereyan girse dîsan vegeriyan pêşiya avahiya Konseya Ewropayê. Çalakiya girseyî wê heta seat 17:00’an bidome.

Çalakger wê sibê seat 10:00’an li pêşiya Konseya Ewropayê lihev bicvîn. Herêma ku çalakî lê tê kirin di navbera avahiya Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) û Konseya Ewropayê (KE) de ye.