Dewleta Tirk li Swêdê hate şermezarkirin

Li 4 bajarên Swêdê çalakî hatin lidarxistin û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û tecrîd hatin şermezarkirin.

Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrişên qirkeriyê yên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê, li bajarên Goteborg, Malmo, Helsîngborg û Orebroyê yên Swêdê bi çalakiyan hatin şermezarkirin.

Di çalakiyan de alên PKK, KCK û Rojava hatin hildan û bi pankartan êrişên li ser Başûrê Kurdistanê hatin şermezarkirin. Her wiha dirûşmên "Bimire mêtingerî" û "Bijî têkoşîna azadiya Kurdistanê" hatin qîrîn.