Kurdistaniyên Ewropa dewleta Tirk protesto dikin-NÛ BÛ

Li bajarê Kîel û Hîldesheîm ên Elmanya, Toûloûse ya Fransayê, Den Haag a Hollandayê tecîrda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên li ser Kurdistanê hatin protestokirin.

Li bajarê Kîel ê Elmanyayê ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên li ser Kurdiatan û ji bo berdana girtiyên siyasî çalakiyek hate kirin.

Di axaftinên li çalakiyê de hatin kirin hate gotin ku di serî de Ocalan û hemû girtiyên siyasî tên tecrîdkirin û ev hate gotin: “Ji bo girtî bên berdan divê her kes dengê xwe bilind bike.”

TOÛLOÛSE

Li bajarê Toûloûse ê Fransayê jî ciwan û jin daketin kolanan û êrîşên dewleta Tirk ên li ser  Kurdistan, goristanan protesto kirin.

Di çalakiyê de hate gotin ku heta faşîzma TC’ê ji Kurdistanê bê derxistin wê çalakiyên wan bidomin. Ciwanan bi yek dengî dirûşmên ‘Kujer Erdogan’ û ‘Ciwan fedayê Apo’ ne. qîrkirin.

HÎLDESHEÎM

Li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê êrîşên dewleta Tirk a li ser goristan û Zînî Wertê ya Başûrê Kurdistanê protesto kirin. Çalakiya ku li qada Angoûleme hate kirin pankarta bi nivîsa 'Şerê dewleta Tirk û milîsên wê plan dikin rawestînin' hate vekirin. Her wiha dowîz û wêneyên ku êrîşên dewleta Tirk a li ser goristan û Elewiyan protesto dikin hatin bilind kirin.

DEN HAAG

Li bajarê Den Haag ê Hollandayê jî Kurd bi heman armancê daketin kolanan û êrîşa li Nisêbîn û Amedê ya li ser zarokan protestokirin. Çalakî li pêşiya Sefaretxaneya Tirk hate kirin. Di çalakiyê de Qetlîama Soma û êrîşa polîsan hatin hatin protestokirin.