Desthilatdariya bi saya nîjadperestan ava bû, zêde dewam nekir

Li eyaleta Thurîngenê ya Elmanyayê, ku Partiya Çep di hilbijartinê de bû yekemîn û bi piştgiriya partiya nîjadperest AfD namzetê lîberal bû serokwezîr, wê hilbijartina pêşwext bê kirin.

Li eyaleta Thurîngen a Elmanyayê, endamê Partiya Demokrat a Lîberal (FDP) Thomas Kemmerîch, bi piştgiriya Partiya Alternatîf a ji bo Elmanyayê (AfD) a rastgiriya tund bû serokwezîr, ku ev yek bû sedema krîzê. Bi gumana ku li eyaletê hin bazariyên veşartî hatine kirin, nîqaşên mezin li ser hilbijartinê hatin kirin. Lîderê FDP'ê yê Federal Chrîstîan Lîndner jî bû hedefa rexneyan, lewma Kemmerîch rojek heman piştî hilbijartinê (doh) neçar ma îstifa bike.

YÊN KU PARTIYA ÇEP LI DERVE HIŞTIN BI NÎJADPERESTAN RE HEVKARÎ KIR

Di hilbijartinên parlamenta eyaletê de ya meha Cotmehê Partiya Çep Serokwezîr Bodo Ramelow careke din namzet nîşan da û bû partiya yekemîn. Dîe Lînke (Partiya Çep) dengê xwe bi rêjeya 31 ji sedî zêde kir û ji ber dengê Partiay Demokrat a Sosyal (SPD) û Partiya Keskan kêm bû, koalîsyona çep piraniya dengan winda kir.

Tevî ku sê meh di ser re derbas bûn, koalîsyon nehate avakirin. Li ser vê yekê roja Çarşemê dengdan hate kirin û bi piştgiriya AfD'ê, Thomas Kemmerîch ê FDP'ê weke Serokwezîrê Eyaletê hate hiblijartin. Kemmerîch ê ku piştgiriya CDU û AfD'ê wergirt 44 deng, Bodo Romelow jî bi piştgiriya Partiya Keskan û SDP'ê 44 deng wergirt.

HILBIJARTINA PÊŞWEXT DIKARE BÊ KIRIN

Piştî nîqaşên berfireh Kemmerîch neçar ma îstifa bike. Bi îstifakirina wî re li eyaletê hilbijartina pêşwext kete rojevê. Li gorî Destûra Bingehîn a Thurîngenê, bi du ji sê parên endamên Parlamenta Eyaletê wê hilbijartina pêşwext karibe bê kirin.

Eger ev nebû, piştî sê hefteyan divê serokwezîrekî nû bê hilbijartin, naxwe wê hilbijartinên pêşwext pêk were.

NAMZETÊ DÎE LÎNKE FAVORÎ YE

Di hilbijartineke pêşwext de tê payin ku Dîe Lînke dengê xwe zêde bike. Her wiha hilbijartina namzetê FDP'ê bi dengê AfD'ê ya nîjadperest bû sedema nerazîbûnan, lewma dibe ku namzetê Dîe Lînke Bodo Romelow zêdetir bibe.