Desteserkirina vînê li Swîsreyê hate protestokirin
Desteserkirina şaredariyên Dersim û Pulurê ji aliyê faşîzma AKP-MHP’ê ve li bajarên Basel, Cenevre û Wintherthurê hate protestokirin.
Desteserkirina şaredariyên Dersim û Pulurê ji aliyê faşîzma AKP-MHP’ê ve li bajarên Basel, Cenevre û Wintherthurê hate protestokirin.
Pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê (ADGB) ku li ser banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Baselê li Qada Clara li hev civiyan û mitîng li dar xistin.
Di çalakiyê de li ser navê CDK-BI Mine Nazarî metna çapemeniyê ya bi zimanê Elmanî xwend û siyasetmedar Dîlan Dirayet Taşdemîr jî axivî.
Dîlan Dirayet Taşdemîr anî ziman ku Dersim di têkoşîna azadî û berxwedanê ya gelê Kurd de xwedî cihekî girîng e û bal kişand ser berxwedana Seyît Riza û hevrêyên wî.
Dîlan Dirayet Taşdemîr destnîşan kir ku ew ê li dijî desteserkirinê vînê ku di salvegera darvekirina Seyît Riza û hevrêyên wî de hatin kirin, têbikoşin.
CENEVRE
Rêxistinên girseyî yên demokratîk li ser banga CDK-Ge li Qada MONT Blanc ê bajarê Cenevreyê li hev civiyan.
Di çalakiyê de metna çapemeniyê ya bi zimanê Fransî hate xwendin. Hevserokê CDK-Ge Îbrahîm Yuksel anî ziman ku li bajarên Kurdan ji sala 2016’an ve 160 şaredarî ji aliyê rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ve hatiye desteserkirin. Yuksel got ku ew ê desteserkirinên qeyûmê yên bêhiqûq ên li dijî vîna gel li qada navneteweyî teşhîr bikin. Yuksel got: “Faşîzma AKP-MHP’ê dema ji aliyekî ve li Kurdistanê êrîşên xwe yên dagirkerî û komkujiyê didomîne, li aliyê din jî bi desteserkirinê qeyûmê dixwaze vîna gelê me tunebihesibîne. Em Kurdistanî û dostên wan li dijî vê bêhiqûqiyê têkoşîna xwe bidomînin.”
Çalakî piştî daxuyaniyên li ser navê saziyan bi dawî bû.
WINTERTHUR
Kurdistanî û dostên wan li bajarê Winterthurê jî li dijî desteserkirinê qeyûmê yên li dijî vîna gel li hev civiyan.
Li ser navê CDK’ê ya Winterthurê Şehmuş