DEMNED ji bo çalakiyên Sibatê bang kir

DEMNED a bal kişand ser çetetiya desthilata AKP-MHP’ê, peyama mezinkirina berxwedanê ya li dijî tecrîda li Îmralî da. DEMNED’ê ji bo çalakiyê meha Sibatê jî banga tevlîbûnê li gel kir.

Meclîsên civakên Demokratîk ên Kurdistanê yên Hollanda (DEMNED) daxuyaniyek da û got; “Em bi rêxistinbûna xwe destekê didin pêngava ‘Ji Tecrîd, Faşîzim û Dagirkeriyê re Bes e; Dem Dema Azadiyê Ye’.”

DEMNED’ê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyama mezinkirina berxwedanê da û got: “Dewleta Tirk êrîşên qirkirinê li Bakurê Kurdisanê gihande asta lûtkeyê û li Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî di serî de DAÎŞ û komên çete yên dermirovî û xiyanetkar girtine gel xwe û ketine nava hewldanên dagirkeriyê”

DEMNED’ê bang li gel kir û got: “Bi xurtî tevlî çalakiyên bê navber ên ku wê di navberê 1-15’ê Sibatê de bên lidarxistin bibin.

Serlêdanên xurt ji bo çalakiya Pirtûkxaneya Rêbertî ya ku wê 13’ê Sibatê li Den Haag, 14’ê Sibatê li Amsterdam û 15’ê Sibatê jî li arnhemê bi otobusê bê gerîn bibin.

Divê tu Kurdek û dostê Kurdan nemînin ku îmzeya xwe li binê kampanya ‘100 sedem ji bo darezandina dîktator’ ku ji aliyê Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa (TJK-E) ve hatiye destpêkirin nemîne.

Divê ji bo gihiştina encamê ya kampnaya îmzeyak ji wê ji bo Sekreteriya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bê şandin, bikeve nava hewldanan.”