Danişîna siyasetmedarê Kurd Salih K. çêbû

Danişîna siyasetmedarê Kurd Salih K. li  Stûttgartê çêbû.

Danişîna cara 13'an a siyasetmedarê Kurd Salih K. li Dadgeha Eyaletê ya Stûttgartê çêbû.

Ridvan O., ku li ser siyasetmedarên Kurd dayî û di nav bernameya parastina şahidan de ye, bi tevdîrên jidiyayî anîn dadgehê. Ridvan O., yê ku ji gundê Çila ya Çelê ya Colemêrgê ye, got malbata wî ji ber zexta giran a dewelta  Tirk tim hatine miştextîkirin û cerdevanî li ser wan hatiye ferzkirin. Ridvan O., got heta meha 8'an a 2017'an li çiyê maye, bi hevjîna xwe ya berê re çûne Iraqê. Ridvan O., ji bo terorîzekirina çapemeniya Kurd jî hin îdîa gotin.

BI GOTINÊN KU HEV NAGIRIN KURD KIRIN HEDEFÊ

Ji ber ku îfadeyên Ridvan O., hev nedigirtin serokê dadgehê û dozger çend caran pirs jê kirin. Di îfadeyên xwe de komeleyên Kurd û welatparêzên ku diçine van komeleyan kire hedefa xwe.

Axaftinên bi telefonê yên di navbeyna Ridvan O. û Salih K. de jî hatin guhdarîkirin.

Dema ku parêzer Anna Bûsch îfadeyên ku Ridvan O., ê li rêveberiya îltîcayê bi bîrê xist, got, ''Min wiha negotiye''.

Danişîn taloqî 15'ê Tîrmehê bû.