Danîmarka divê firotina çekan ya ji bo Tirkiye bide sekinandin
Li Danîmarkayê Lîsteya Yekîtî û Partiya Gel a Sosyalîst (SF) daxwaz kir ku Danîmarka firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê bide sekinandin.
Li Danîmarkayê Lîsteya Yekîtî û Partiya Gel a Sosyalîst (SF) daxwaz kir ku Danîmarka firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê bide sekinandin.
Piştî Fînlandya û Norweçê biryar girtin ku çekan nefiroşin Tirkiyeyê niha jî daxwaz hate kirin ku Danîmarka jî çekan nefiroşin Tirkiyeyê.
Berdevka Polîtîkaya Derve ya Lîsteya Bîrlîk Eva Flyhom a bersiva pirsên ajansa nûçeyan a Rîtzaû da, diyar kir ku divê Danîmarka jî weke welatên Îskandinavya çekan hew bifiroşin dewleta Tirk.
Her wiha Flyvholm ragihand ku wê di civîna bê de daxwaz ji hemû welatên Ewropayê bike çekan nefiroşin Tirkiyeyê.
Lîderê Partiya Gel a Sosyalîst (SF) Pîa Olsen Dyhr jî ragihand ku li gel wê ne ku çek neyê firotina Tirkiyeyê. Dyhyr got: “Em ne li gel wê yekê ne ku mutefîkên me çekên ku em li dijî hêzêeke me ya mutefîk ku li dijî terorîzma navneteweyî ye bikar bîne.” Dyhyr got: “Em nikarin bi tenê êrîşkariya Erdogan rawestînin. Ji bo welatên din ên Ewropa jî tevlî bê bibe em ê bikevin nava hewldana.”