Dagirkeriya Tirk li Swîsreyê jî hate protestokirin

Dagirkeriya Tirk li bajarê Bîel, Basel û Zurîhê bi çalakiyên cuda hate protestokirin.

BÎEL

Kurdistanî û dost wan ên li pêşiya stasyona trenê ya navenda bajar hatin ba hev bi mîtîngekê dagirkeriya Tirk protesto kirin. Di mîtîngê de siyasetmedarê Kurd Nejdet Atalay axivî û got: “Her çendî em xemgîn jî bi dilê me bi Rojava re lê dide. Li Rojava kalik, zarok û dayikên me tên bombe kirin. Divê em jî li vir li dijî qetlîaman li ber xwe bidin.”

BASEL

Li bajarê Basel jî Kurdistanî û dostên xwe li qadan bûn. Çalakvana bi dirûşman dest bi meşê kirin. Di çalakiyê de ciwanên aktivîst daxuyaniyek bi Elmanî xwendin.

ZURÎH

Kurdistanî û dostên wan ên li Qada Rathasbrucke ya Zurhîê hatin ba hev dagirkeriya Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi mîtîngekê protesto kirin. Li ser navê Yekîtiya Hêza Demokratîk a Swîsre axaftin hate kirin, hate gotin ku çawa ku duh jinên Kurd li dijî DAÎŞ’ê gelê cîhanê parastin, îro jî wê li dijî dagirkeriyê bi heman biryardariyê li ber xwe bide.”