Dagirkeriya Tirk li Marsîlyayê hate protestokirin

Bi çalakiyekê dagirkeriya Tirk a li Başûrê Kurdistanê li bajarê Marsîlya ya Fransayê hate prtoestokirin.

Çalakiya ku saet 19:00’an destpê kir  bi sedan kes li ser rêya Canebîere ya herî qelebalixe kom bûn, dirûşmên dilsoziya bi PKK’ê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re qîrkirin.

Ciwanan di meşê de li gel hildana alên PKK’ê û KCK’ê dowîz û pankartên bi zimanê Fransî hildan û ketin meşê, bê navber dirûşmên ‘Dîktator Erdogan’ qîr kirin.

Di meşê de nerazîbûn nîşanî hevkariya hikûmeta Hewlêr bi taybet a PDK’ê ya li gel dewleta Tirk hate dayîn.

Piştî meşê li pêşiya Nûnertiya Yekîtiya Ewropa ya li Marsîlyayê mîtîngek hate kirin. Di mîtîngê de axaftinên Kurdî û Fransî hatin kirin. Di axaftinan de hevkariya PDK’ê û dewleta Tirk hatin şermezarkirin.

Li aliyê din ciwanên Kurd ên li Başûrê Fransayê dijîn wê roja Yekşemê li bajarê Marîganeyê ji bo şehîdên meha Gûlanê turnûvayeke ya fotbolê lidar bixin.

Turnûva saet 09:00’ê sibê li tesîsa sporê ya Marîgnaneyê destpê dike.