Dagirkeriya Tirk li Kolnê hate protestokirin
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê li bajarê Koln ê Elmanyayê bi çalakiyekê hate protestokirin.
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê li bajarê Koln ê Elmanyayê bi çalakiyekê hate protestokirin.
Di çalakiya ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Kolnê ve hate organîzekirin de, Meclîsa Jinan a Viyan û Tevgera Ciwanên Azad jî piştevanî kir.
Çalakî saet 15:00’an ji Wîenerplatezê destpê kir, di çalakiyê de alên YPG, YPJ’ê û TEV-DEM’ê hatin hildan û wêneyên kesên di êrîşên dewleta Tirk de hetine qetilkirin jî hatin hildan.
Her wiha di axaftinên hatin kirin de êrîşên dagirkeriya Tirk û komkûjiyên wê hatin protestokirin. Di çalakiyê de endamên AGÎF, ADHK û Cîhana têde Bijî bi sembolên xwe cih girtin.