Dadgeha Elman: Alên YBŞ û YPG'ê qedexe nînin

Li bajarê Kasselê yê Elmanyayê, dadgeha îdareyê ragihand ku alên YBŞ û YPG'ê qedexe nînin, ku polîsan di meşekê de nehiştibûn bê hildan.

Li dijî siyaseta krîmînalîzasyonê ya dewleta Elman, Kurd di têkoşîneke din a hiqûqê de bi ser ketin. Di 7'ê Cotmeha 2017'an de li bajarê Kasselê yê Elmanyayê, bi navê "Aştî ji Kurdistanê re, Azadî ji Abdullah Ocalan re" meşek hatibû lidarxistin. Kurdistaniyan di vê meşê de xwestibûn ala Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) hilînin ku hêza parastinê ya Şengalê û civaka Êzidî ye, lê belê polîsan nehiştibûn.

Tevî ku ala YBŞ'ê di nava lîsteya "alên qedexekirî" ya Wezareta Karên Hundir a Elmanyayê de nîne jî, polîsan bi rengekî kêfî nehiştin ku al bê hildan. Ev astengiya kêfî çû ber destê dadgeriyê.

DADGEHÊ BIRYAR DA KU POLÎSÊN HESSENÊ NEHEQÎ KIRINE

Kurdistaniyekî ku dixwest ala YBŞ'ê hilde, li Dadgeha Îdarî ya Kasselê li dijî polîsên Eyaleta Hessenê gilî kir. Dadgehê pêwîstî pê nedît ku têkildarî dozê rûniştinekê bike û biryara xwe yekser eşkere kir. Dadgehê di biryara xwe ya 5'ê Çileya 2020'î de diyar kir ku helwesta polîsên eyaleta Hessenê ya di meşê de neheq bû û destnîşan kir ku ne tenê ala YBŞ'ê her wiha ala YPG'ê jî qedexe nîne.

Parêzerê Kurdistaniyan Sven Adam li ser biryara dadgehê daxuyanî da û bi bîr xist ku hêzên YPG û YBŞ'ê di sala 2014'an de Êzidî ji qirkeriya DAÎŞ'ê rizgar kirin. Sven Adam got, "Her kes bi vê rastiyê zane, lewma qedexeya hêzên ewlekariyê yên Elman ji destpêkê ve bêwate bû. Pêwîstî bi darizandineke wiha jî tune bû."