Ciwanên Kurd li Parîsê di roja destpêkê de bi 10 kîlometreyî meşiyan

Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û TÊKO-JIN ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li paytexta Fransa Parîsê dest bi meşeke dirêj kirin. Roja destpêkê ya meşê bi dawî bû.

Ciwanan roja Duşemê piştî nîvro ji ber Komeleya Civaka Kurd a Demokratîk a li herêma Grîgny a Parîsê dest bi meşê kirin û roja destpêkê bi 10 kîlometreyî meşiyan. Meşa ku bi stranan û qîrîna dirûşman dewam kir heman rojê saet di 17:00 de bi dawî bû.

Meş di çarçoveya pêngava 'Bes e ji faşîzm, tecrîd û dagirkeriyê re - bi hev re serhildan' pêk hat û eleqeyeke mezin dît.

Ciwanan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK'ê hildan û li ber pankarta bi nivîsa "Azadî ji Abdullah Ocalan re - Bi hev re serhildan" meşiyan.

Ji çalakgeran Seyhan Amed bal kişand ser meşên ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dest pê kirine û ciwanên Kurd ên welatparêz hemû vexwend van çalakiyan.

Seyhan Amed got, "Komplo û tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 22 sal li pey xwe hişt."

Seyhan Amed bi dewamî got, "Bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo têkbirina vê komployê û têkbirina tecrîda li ser birêzAbdullah Ocalan divê em kar bikin.Em bang li hevrêyên xwe yên şoreşger hemûyan dikin ku bi wesîleya salvegera 22'an a komployê beşdarî meşên dirêj ên li Ewropayê bibin."