Ciwanên Kurd li Atînayê li dijî tecrîdê daketin qadan
Komek ciwanên Kurd ên li Atînayê ya ku paytexta Yewnanistanê ye, ji bo piştgiriya çalakiyên grevê û protestokirina tecrîda li Îmraliyê li qadan bûn.
Komek ciwanên Kurd ên li Atînayê ya ku paytexta Yewnanistanê ye, ji bo piştgiriya çalakiyên grevê û protestokirina tecrîda li Îmraliyê li qadan bûn.
Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiyên grevê li Qada Monastîrakîyê çalakiyek li dar xistin.
Çalakvanên ku li ser berxwedêrên grevên birçîbûnê pankart vekirin, bi armanca balkişandinê belavok belav kirin.
Ciwanan derbarê tecrîda li ser Ocalan agahî dan.