Ciwanên Kurd ên Rûsya: Em tecrîdê qebûl nakin

Ciwanên Kurd ên li Rûsya dijîn, tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê domandin, protesto kirin.

Ciwanên Kurd ên li herêma Krasnodar a Rûsyayê dijîn, li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyeke ya protestoyî kirin. Ciwanên ku li navçeya Platnîrovskaya kom bûn, diyar kirin ku ew ê qet tecrîdê qebûl nekin.

Li ser navê ciwanan Tîtal Dadayev, Mehmûd Osmanov, Rustem Osmanov û Şîrîn Dadayev axivî û gotin: “Heta ku agahiyek ji Rêberê Gelan bigirin em ê dev ji çalakî û qadan bernedin.”

Ciwanan nerazîbûn nîşanî êrîşên qirkirina siyasî ya li ser HDP’ê jî dan.