Ciwanan li pêşiya ÛNHCR’ê ji bo Mexmûrê çalakî li dar xistin

Li kantonên Bern û Cenevreyê yên Swîsreyê çalakgerên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Azad ji bo protestokirina êrîşên li ser Mexmûrê li pêşîya avahiya ÛNHCR’ê çalakî li dar xistin.

Çalakgerên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Azad di 15’ê Nîsanê de li pêşiya buroya Komîsertîya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (ÛNHCR) çalakî li dar xistin.

Ciwanan bi pankartê NY protesto kirin û pankarta ‘Tirkiyeyê kampa penaberan a Neteweyên Yekbûyî bomberdûman kir.’

Li Bernê jî bi Îngîlîzî pankarta ‘Mexmûrê biparêze’ hate daliqandin.

Li gelek cihan afîşên wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gotinên wî hatin daliqandin.