Ciwanan li Grîgnyê bi wesayîtan konvoyek çêkirin
Ji bo protestokirina komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê li banliyoyea Grîgnyê ya Parîsa Fransayê çalakiyeke bi konvoyê hate lidarxistin.
Ji bo protestokirina komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê li banliyoyea Grîgnyê ya Parîsa Fransayê çalakiyeke bi konvoyê hate lidarxistin.
Ciwanan nîvro li Grîgnyê kom bûn, tevî 30 wesayîtan bi konvoyekê li nava bajêr û otobanê, tevî posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alayên PKK’ê çalakiyek lidarxistin.
Çalakî bi qasî saetekê domiya û li Corbeîlê qediya. Ciwan wê sibê jî Vîlleneûve Saînt Georgesê çalakiyekê li dar bixin.