BI DÎMEN

Ciwanan li Bordeauxê li dijî tecrîdê meşiyan

Li bajarê Bordeaux ê Fransayê bi pêşengiya TCŞ’ê meş hat lidarxistin. Di meşê de wiha hate gotin, “Çawa ku Rêber Apo 26 sal in li Îmraliyê li ber xwe dide, divê em jî bi vî rengî li qadan berxwe bidin.”

Li bajarê Bordeaux ê Fransayê bi sedan Kurdistanî li dijî pergala Îmraliyê ya êşkence, tecrîd û qirkirinê meşiyan. Meş bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li qada Stalîngardê bi deqeyek rêzgirtinê ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê destpê kir. Di tevahiya meşê de danezanên têkildarî tecrîdê hatin belavkirin û timî li dijî polîtîkayên şerê qirêj ên dewleta Tirk a dagirker dirûşme hatin berzkirin.

Girse heta qada Vîctorîa meşiyan, piştre endamê TCŞ’ê Adar Serhed axivî. Serhed got: “Heta ku Rêber Apo azad nebe wê gelê Kurd xwe azad hîs neke. Kêmansiya me ya herî mezin girtîbûna Rêber Apo ye. Tecrîda dewleta faşîst a Tirk ku li ser Rêbertiya me dimeşîne nayê qebûlkirin. Em ê heta şikandina tecrîdê li qadan bin û nîşanî hemû cîhanê bidin ku em çawa xwedî li Rêbertiya xwe derdikevin. Em ji bîr nekin ku roleke mezin a ciwanan di azadiya Rêber Apo de heye. Divê ciwan di vê mijarê de tişta ku dikeve ser milên wan bi layiqî bi cih bînin. Çawa ku Rêber Apo 26 sal in li Îmraliyê li ber xwe dide, divê em jî bi vî rengî li qadan berxwe bidin. Em bang li tevahiya gelê xwe û ciwanan dikin ku ji bo azadiya Kurdistan û Rêbertiyê dakevin qadan."

Meş piştî daxuyaniya çapemeniyê, bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.