Ciwan li Ewropayê çalakiyên ‘Dem dema azadiyê ye’ kirin

Aktivîstên TCŞ û TEKO-JIN li Ewropayê bi dirûşma ‘Ji tecrîd, faşîzim û dagirkeriyê re na; Bi hev re serhildan’ çalakî kirin.

Ciwanên Tevgera Ciwanên Şoreşger û TEKO-JIN li Ewropayê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan û çalakî kirin.

MARSÎLYA

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarê Marsîlya ya Fransayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li navenda Marsîlyayê çalakiye kirin. Di çalakiyê de posterê mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankarta bi nivîsa ‘Ji Ocalan re azadî’ vekirin.

Çalakî bi belavkirina belavokan bi dawî bû.

BORDEAÛX

Li bajarê Bordeaûxê ciwan bi dirûşma ‘Ji tecrîd, faşîzim û dagirkeriyê re na; Bi hev re serhildan’ li Stasyona St. Jean a Brodeaûxê çalakiye kirin. Çalakî bi belavkirina belavokan bi dawî bû.

BENSHEÎM

Ciwanan di çarçoveya pêngava ‘Bi hev re serhildan’ li Bensheîm a Elmanyayê li stasyona trenê ya Bnesheîmê çalakiyek kirin.